'Berxwedana Efrînê hêza xwe ji îradeya jinê digire'

  • 15:27 30 Çile 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Rêveberên Peymangeha Şehîd Jiyan û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  derbarê êrîşên li ser Efrînê bertekên xwe anîn ziman.
 
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bê navber didomin. Li hember van êrîşan gelê Kurd û dostên wan li seranserî cîhanê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Efrînê nîşan didin. Li Til Temirê Kantona Hesekê jî mamosteyên ku tevlî meşa girseyî ya piştgiriya Efrînê bûbûn, bertekên xwe yên li hember êrîşên dewleta Tirk nîşan dan û ev êrîş şermezar kirin.
 
Endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Jiyan a bajarê Til Temirê Rûken Memo ku ew jî ji bo piştgiriya berxwedana Serdemê daket qadan wiha got: "Em îro ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê daketine qadan, em ji gelê Efrînê re dibêjin ku hêza xwe xurt bikin, heta ku zindiyek li Kurdistanê û cîhanê hebe wê xwedî li gelê xwe derkevin. Her bijî Berxwedana Serdemê ya ku wê faşîzma Erdogan bişkîne."
 
Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Eyhan Yûnis jî piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê  nîşan da û wiha got: "Em ê her dem Efrînê biparêzin. Em ji Erdogan re dibêjin tu yê nikaribe buhistekê ji axa Efrînê dagir bikî! Ji ber ku ev zarokên Rojava têkoşer in, wê ev zarok azad bijîn û nebin qurbaniyê tang û topên Erdogan. Em ê bi can û ciwanê xwe piştgiriya Efrînê bikin."
 
Mamoste Lorîn Yûsif jî wiha got: "Wê gel siyaset û polîtîkaya ku Erdogan dide meşandin vala derxîne. Wê gel vê dagirkeriyê qet qebûl nekin û bi tundî şermezar dikin. Çimkî berxwedana Efrînê hêza xwe ji îradeya jinê digire û wê warê Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr bibe dojeha desthilatdaran. "