Navçeya Meyidana tê bombebarankirin
- 14:54 30 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Artêşa tirk êrîş bir ser navçeya Meyidana a Efrînê. Navçe ji aliyê artêşa tirk ve ji hewa ve tê bombebarankirin û ji bejahiyê ve jî bi hewan û obusan êrîş tê kirin.
Li seranserî navçeya Meyîdana ya herêma Efîrnê bi balafirnên şer, Tank, Obîs, Hawan û hemû çekên giran êrîşeke tund ji aliyê artêşa dewleta tirk ve tê kirin û êrîş berdewam dikin. Her wiha ji duh şevê ve jî navçeya cindirêsê bi mîsketan tê bombekirin.








