Ji bo binpêkirina mafên li girtîgehan ji Wezareta Edaletê name hat şandin
- 14:07 30 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo binpêkirina mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe, ji Wezareta Edaletê name û faks şand.
Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafan ên li girtîgehan name û faks şand Wezareta Edaletê. Name di serî de ji bo binpêkirina mafan ên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniye tên jiyîn, hat şandin. Parêzer Gulseren Yolerî li ser navê parêzkarên mafan ên ku li ber Lîseya Galatasarayê kom bûn axivî û got ku ji bo binpêkirina mafan ji holê rabe divê Wezareta Edaletê gavê biavêje.
Endama ÎHD'ê Hatice Onaran daxuyanî xwend. Haticeyê naveroka nameyê bi van gotinan parve kir.
"Di encama hevdîtinên me yên bi parêzerên komeleya xwe pêk anî de, hat gotin ku nameyên girtiyan ên ku ji ÎHD'ê û saziyên wekî din re hatiye nivîsandin hatiye desteserkirin, hevdîtinên malbatan hatine qedexekirin, lêgerîna pêlavan a bi kêfî hatiye ferzkirin, nahêlin rojname têkeve destên girtiyan. Em dixwazin kesên van binpêkirina mafan pêk tîne derbarê wan de lêpirsîn bê vekirin û bên cezakirin. Em şopdarên pêvajoyê ne.
Piştî daxuyaniyê koma ku li ber Lîseya Galatasarayê kom bûbûn çûn PTT ya Galatasarayê û name ji Wezareta Edaletê re şandin.








