Ji parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana 726’emîn

  • 12:43 30 Çile 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzer bi boneya bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 726’emîn serî li Serodozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Îbrahîm Bîlmez û Fuat Coşacak bi boneya sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 726 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. 
 
Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên wek “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” 725 car hatin redkirin.