Ji ser qetilkirina Sultan Irmak re du sal derbas bû
- 12:18 30 Çile 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Ji ser qetilkirina Sultan Irmak a ku bi gotina "Ez dibêjim av heval" di hafizaya mirovan de cihê xwe girt, du sal derbas bû. Biryara sînordariya dosyaya Sultan a ku bi hêviya "Ez ê ji zarokan re hêviyê bînim" derket ser rêyan û ew bi xwe bû hêvî, didome.
Sultan Irmak li Cizîra Şirnexê di serdema "qedexeya derketandina derve" de 8 rojan di bodrumê de hat hiştin. Piştî ku AÎHM'ê biryara tedbîrê red kir Sultanê di 30'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Biryara sînordariyê ya li ser dosyaya Sultanê ya ku got "Ez ê ji zarokan û ji vî gundî azadiyê bînim" û li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, hîn ranebûye.
Çîroka jiyana Sultanê ji gundê Cano yê Farqînê ku di 1996'an de li wir ji dayik bû, dest pê dike. Sultanê di 8 saliya xwe de bi êrîşên dewletê rû bi rû dimîne. Ji ber ku her dem dewletê digirt ser mala wan loma bav û birayên wê mecbûr dimînin ku koçî rojavayê Tirkiyeyê bikin. Li dijî pirsgirêkên aborî yên ku malbata wê dijiya, Sultanê li mamostetiya pêşdibistanê tercîh kir.
'Em Kurd in vê yekê nikarin biguherin'
Sultanê ji pevçûnên ku piştî îlankirina xwebirêvebirinê derket, bi bandor bûbû û wiha bang li diya xwe kir:"Zarokan dikujin. Hevalên min ku hîn nizanibûn çekê bigirin destên xwe, hatin qetilkirin. Me wekî 'terorîst' îlan kirine. Em Kurd in û kes nikare vê yekê biguhere."
Sultanê piştî van gotinan dihare navenda Farqînê û venagere gundê xwe.
Bibe ku rojekê vegerim...
Malbata Sultanê bandora ku bi serîlhildana xwe derxist holê di roportajekê de wiha rave dike."Wê meşhaleya azadiyê gihand vî gundî. Zarokan hêviya ku ji xweliyên wê ava bû, dîtin. Kes nikare têkoşîna ku wê da winda bike. Cizîr bû dîrokek û kesek nikare vê dîrokê bide jibîrkirin."
Nêzî du salan e di dosyayê de biryara 'sînordariyê' heye!
Sultan a ku piştî di bodromê de jiyana xwe ji dest da li goristana bêkesan hat definkirin. Nêzî du salan e jî di dosyaya wê de biryara 'sînordariyê' heye. Dosyaya ku biryara 'sînordariyê' ji bo wê hat dayin, aqubeta wê jî ne diyar e.








