Li Girtîgeha Tersûsê îşkenceya zayendî li jinên girtî hat kirin

  • 11:34 30 Çile 2018
  • Rojane
Filiz Zeyrek 
 
MERSÎN - Jinên girtî ên li Girtîgeha Tîpa T a Tersûsê bi rêya parêzerên xwe peyam şandin û anîn ziman ku ew ji aliyê gardiyanan ve bi îşkenceya zayendî rû bi rû dimînin. Her wiha jinên girtî diyar kirin ku girtiya nexweş Sîsê Bîngol destên wê kelepçe dikin û wê dibin nexweşxaneyê. Li Girtîgeha Tersûsê binpîkirina mafan bi awayekî zêde tê jiyîn. 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Tersûsê ku bi binpêkirina mafan ji rojevê nakeve, muamela ne xweş û îşkence didome. Jinên girtî bi rêya parêzerên xwe binpêkirina mafan ên ku li girtîgehê tên jiyîn bi raya giştî re parve kirin. Girtiyên jin anîn ziman ku dema li şerşokê yan li destavê bin, gardiyan bi ser wan ve digirin. Dema ku ew li dijî vê yekê derdikevin bi hucreyê tên cezakirin. Ji aliyekî din ve jî Sîsê Bingol a ku tendirustiya wê gelek xirab e, nikare derkeve destavê û girtiyên din li wê dinêrin. Sîsê ya ku nexweşiya wê ya Mesaneyê heye dema ku wê dibin nexweşxaneyê destên wê kelepçe dikin. 
 
Girtiyan anîn ziman ku Sîsê di warê derûniyê de jî pirsgirêkan dijî û divê demildest bê tedawîkirin. 
 
Gotinên nîjadperest û tahrîk dike
 
Hat ragihandin ku pitikek 2 salî ku bi dayika xwe re li girtîgehê tê girtin ji ber şap dikeve nav xwarinan madê pitik li hev dikeve û verdişe. Her wiha hat ragihandin ku ji dema êrîşên li ser Efrînê dest pê kiriye heta a niha gardiyan gotinên nîjadperest ku tahrîk dike li dijî girtiyan bi kar tîne. 
 
Girtiyan xwestin ku ev binpêkirinên mafan ku li girtîgehan tên jiyîn demildest ji aliyê ÎHD'ê ve bi raya giştî re bên parvekirin.