Ji parêzer Seda Akço li dijî îstîsmarê pêşniyarên çareseriya lezgîn

  • 09:49 30 Çile 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzer Seda Akço ku di qada mafên zarokan de xebatan dimeşîne, diyar kir ku tenê bi cezayan pêşî li îstİsmarkirina zarokan nayê girtin û ji bo pêşîgirtinê  divê di qadên ferqkirin, ragihandin, mudaxalekirinê de sererastkirin bên kirin û wiha got: “Dewlet îradeya têkoşînê ne bi gotinê gerek bi xizmetê derxe holê.” Her wiha pêşniyarên çareseriyê jî pêşkêş kir.
 
Piştî  ku derket holê 115 zarokî di 5 mehan de ji bo ducanî mane û serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sultan Suleyman a Stenbolê dane şûnde carek din hat dîtin ku îstîsmara zarokan a li Tirkiyeyê zêde dibe.  Ji damezrînerên Buroya Humanîst parêzer Seda Akço  derbarê pêşîgirtina îstîsmara zarokan, valahiyên qanûnî û parastina zarokan de axivî.
 
Sedayê di berdewamiyê de derbarê lêpirsînekirina bûyera 115 zarokî  û nexistina binqeydan de axivî û got: “TCK ji bo zarokên di bin 15’yî de ji bo çalakî wek îstîsmar bê hesibandin şerta bi cebîr û tehdîdê pêkhatinê dixwaze. Ger ev hêma tunebe, çalakî bi kesa ne reşît re têkiliya zayendî bê danîn ev sûc tê qebûlkirin.  
 
Wezareta Tenduristiyê  derbarê zarokên 15 saliya xwe neqedandine de nivîsek şandiye nexweşxaneyan û xala 280’emîn a TCK’ê ji bo xebatkarên tenduristiyê  ragihandina nîşaneya sûc  ferz dike.”
 
‘Divê du lêpirsîn bên meşandin’
 
Sedayê bi lêv kir ku derbarê bûyerê û bûyerên bi vî rengî de du mijarên lêpirsînê hene û ya yekemîn kesên zarok îstîsmar kirine divê bê lêpirsînkirin û ya din jî derbarê xebatkarên tenduristiyê de ye.
 
‘Zarokên me bêparastin dimînin’
 
Sedayê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Zarokên zû hatibin zewicandin û ducanî mabin, di rewşa ji merciyên lêpirsînê re bên ragihandin, ez wisa difikirim ku nêrîneke ku ev zarok zêdetir mexdur bibin heye.  Çalakiyên li dijî zarokan pêk tên divê di çarçoveya îstîsmara zayendî de bên dest girtin.
 
6’emîn Xala Qanûna Parastina Zarokan, ragihandina parastina, zarokan ji merciyan re dike û lê avabûneke vê merciyê ya mudaxale bike tune.  
 
‘Ez tedbîra xwe dispêre ceza têr nabînim’
 
Sedayê destnîşan kir ku zêdekirina ceza zarokan naparêze û got: “Qanûn beriya beşa hiqûqa cezayî, di qadên  ferqkirin, pêşîgirtin, ragihandin û mudaxalekirinê de kêm dimîne.  Divê li qadên weke berhevkirina delîlan, darizandinê binêrin. Divê ji bo parastina mexdûran mekanîzmayên ragihandinê bên avakirin.”
 
Pêşniyarên çareseriya lezgîn
 
Sedayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê ji bo guherîna nêrîn xebat bên kirin. Divê karîneya civak û dewletê di vê mijarê de zelal be. Divê bi lez planek têkoşînê bê avakirin, xizmetên lezgîn bikeve dewrê. Ji bo zarokên rastî zext, tehdîda malbatê tên û rastî îstîsmarê tên, malên parastinê, stargeh û xetên telefonê hebin. Divê agahiyên van navendan bidin zarokan. Dewlet îrada têkoşîna xwe ne bi gotinê bi xizmetê datîne holê. Ger ev bê kirin guherîna nêrîna civakê wê hêsan be.”