Jinên gundê Xalnireyê xwarinê ji şervanan re çêdikin

  • 09:10 30 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Jinên gundê Xalnireyê ku xwarinê ji şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê re çêdikin nêrînên xwe anîn ziman û gotin" Bi hemû hêz û derfetên xwe em ê li kêleka şervanan bin heta serkeftinê."
 
Jinên gundê Xalnireyê ya Kantona Efrînê  ku xwarinê ji şervanên di çeperên şer de, çêdikin nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku ew ê heta dawiyê li kêleka şervanên xwe bin.
 
Mamosteya zimanê kurdî Emîna Mustefa êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha domand:" Em xwarinê ji Şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê re çêdikin, em van êrîşên dewleta Tirk qebûl nakin li ser axa xwe. Em ê axa xwe biparêzin û nehêlin ku derbasî Efrînê bibin. Tiştekî Erdogan li ser axa me tune ye. Ew ê têk biçin û  serkeftin ya me ye."
 
Mamosteya zimanê kurdî Fatima Mustefa jî ev tişt got:" Em jin hemû kom bûne ku em xwarinê ji şervanan re çêbikin, heta ku ji dest me were bi hemû derfet û hêza xwe em ê alîkariyê bidin şervanan. Gotina me ji Erdogan re ew e ku tu carî bila nefikire ku em ê dev ji axa xwe berdin. Ger hêzeke me ya xurt wek YPJ/YPG'ê tuneba ewqas ji me neditirsiyan. Bi baweriya me ya bi şervanên me em ê  bi ser bikevin."
 
Dayika bi navê Nebîha Ebdu jî wiha got: " Wê Erdogan li Efrînê têk biçe. Ji ber ku gelê Efrînê wê heta dilopek xwîn di canê wan de hebe li ber xwe bidin û bi îradeyeke mezin em ê bi ser bikevin, wê tu kes nikaribe derbasî axa me bibe. Bijî şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê.
 
Nazlî Necar jî silavên xwe ji şervanên berxwedana serdemê re şand û got: " Em xwarinê ji hevalên xwe yên di çeperên şer de ne re  çêdikin. Bila her kes zanibe ku em ê xwe fedayî Efrînê bikin. Bila Erdogan desteserkirina Efrînê xeyal neke."