ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2018'AN

  • 09:00 30 Çile 2018
  • Rojev
*Jinên gundê Xalnirê ku xwarinê ji şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê re çêdikin nêrînên xwe anîn ziman û gotin" Bi hemû hêz û derfetên xwe em ê li kêleka şervanan bin heta serkeftinê." BI DÎMEN
 
*Fermendara Hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Evîn Efrîn û Endama YPJ'ê Sariya Efrîn ku di çeperên herî pêş de li hemberî dewleta tirk şer dikin, di derbarê êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê de nerînên xwe anîn ziman. BI DÎMEN
 
*Welatiyên Nisêbînê ku rûniştina li TOKÎ’yan red kirin û bi derfetên xwe malên xwe tamîr kirin, ji her cureyên xizmeta şaredariyê jî bêpar tên hiştin. Welatiyan diyar kirin ku nirxa didin TOKÎ’yan nadin welatiyan û got dixwazin Nisêbînê bê mirov bihêlin. BI DÎMEN
 
*Endama HDP PM Asiye Kolçak bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê da û got: “Hêza berxwedan û îradeya gelê Efrînê DAÎŞ a hov, têk bir. Bi vî şerî dikarin baskê zeytûnê bişikînin lê nikarin îradeya gel bişkînin. Nikarin koka darê hişk bikin.
BI DÎMEN
 
*Parêzer Seda Akço ku di qada mafên zarokan de xebatan dimeşîne, diyar kir ku tenê bi cezayan pêşî li îstİsmarkirina zarokan nayê girtin û ji bo pêşîgirtinê  divê di qadên ferqkirin, ragihandin, mudaxalekirinê de sererastkirin bên kirin û wiha got: “Dewlet îradeya têkoşînê ne bi gotinê gerek bi xizmetê derxe holê.” Her wiha pêşniyarên çareseriyê jî pêşkêş kir.
 
*Nazîme Koşun a 14 salî ku diçe dibistana navîn derbarê kuştinên jinan de pirtûkek nivîsî. Pirtûka wê bi piştgiriya mamosteyên wê yên dibistanê hat weşandin û pirtûka wê rastî eleqeyek mezin hat. Her wiha amadekariyên wê yên ji bo pirtûka duyemîn jî dest pê kir.