'Warê Arîn Mîrkan û Avêsta Xabûr wê faîşzmê têk bibe'

  • 16:52 29 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-  Li seranserî Rojava - Bakûrê Sûriyê ji bo berxwedana Efîrnê çalkî tên li dar xistin. Di çarçoveya van çalakiyan de  îro li bajarê Sirîn û Tiltemirê  meşên girseyî hatin lidarxisitn.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Herêma Efîrnê komîteya Perwerdeya Civka Demokeratîka KPC'ê li Tiltemirê  meşek li dar xisit.
 
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokeratîk bi meşekê êrîşên dewetla tIrik li ser Efrînê şermezar kirin.  di meşê de tevahî mamosteyên ziman, Yekîtiya Mamosteyan, xwendekarên dibistanan amade bûn. Meş ji ber Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin û heta û  çerxerêya Biratiya Gelan veguherî  Mitîngê. Di meşê de alên YPG/YPJ'ê hatin hiligirin û  pankertin bi nivsên" Erdogan û DAÎŞ yek in, Efrîn serî natewîne wê Erdoxan serî ji Efrînê re bitewîne" hatin hilgirtin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji aliyê  Rêveberiya KPC'ê ve Hebûn Ehmed, ji Rêveberiya Kongira Star Çinar Salih û  Hevseorkê Meclisa bajrê Tiltemir Ciwan Mela Eyûb ve axaftin hat kirin. Di axavtinan de hat diyarkirin ku ev êrîşên artêşa tirk li ser herêma Efîrnê li dijî mirovahîyê ne, lê belê bersiva van êrîşan giran tê dayîn û ciwanên Rojava hemû li ser piyane ji bo gelê Efînê.
 
Meş bi diruşma "Efrîn dilê me ye" û "Efrîn ne bi tenê ye" bi dawî bû
 
Li Sirinê jî meş hat lidarixistin
 
Bi dirûşmeya " Efrîn azad e û wê azad be " bi sedan şêniyên herêma Firatê bi meşekê girseyî êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Efîrnê şermezar kirin.
 
Di meşê de bi sedan şênîyên bajarê Sirîn û navçeya Çelebiyê ,Kantona Kobanê ya Herêma Firatê amade bûn, her wiha bi tevlîbûna YPJ/YPG'Ê, Asayîş, Kongira Star, TEV-DEM'ê û tevahî sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Meş ji şaredariya gel hat destpêkirin û heta çerxareya Sirînê dewam kir. Meş bi wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan û alên Kongira Star, YPJ/YPG'ê hat xemlandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, paşê zaroka bi navê Emel Behdîn helbestek diyarî bexwedana Efîrnê kir.
 
Meş bi dirûşma " Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.