Li Efrînê 24 kesên ku jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

  • 16:10 29 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Bi sedan şêniyên herêma Efîrnê 8 jê sivîl bi giştî 24 kesên ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dan defin kirin.
 
Bi sedan şêniyên herêma Efîrnê 8 jê sivîl bi giştî 24 kesên ku di berxwedana serdemê de ya li Efrînê de jiyana xwe ji dest dan defin kirin. Ji bo girtina cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan bi sedan şêniyên Herêma Efrînê li ber nexweşxaneya Avrînê kombûn. 
 
Piştî kombûna welatiyan a li ber nexweşxaneyê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinên Hevseroka Desteya Reveberiya TEV -DEM'ê Asya Ebdullah axivî. Asya diyar kir ku Êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê ev 10 roj in berdewam dikin û wiha got: "Heta ku Erdogan van êrîşên xwe berdewam bike em ê jî li ber xwe bidin. Serkeftin wê ya berxwedana serdemê be û wê têkçûn ya Erdogan û artêşa wî be."
 
Piştî axaftinan cenaze ji aliyê kesên li ber nexweşxaneyê ve hatin girtin û li ser milên welatiyan bi dirûşma "Şehîd namirin" ber bi goristana Metînayê ve hatin rêkirin.