Li Silêmanî ji bo Efrînê meşa girseyî
- 14:46 29 Çile 2018
- Rojane
SILÊMANÎ - Bi deh hezaran kesên ku di navde mamoste, bijîşk, rewşenbir, rojnameger, parlamenter û nûnerê rêxistinên demokratîk hene ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê û êrîşa li ser Efrînê şermezar bikin meşiyan. Li Til Temir ji bi hezaran kes meşiyan.
Êrîşa TSK-OSO'yê yên li ser Efrînê ku di roja 20'ê Çile de dest pê kirin, di roja 10'an de berdewam dikin. Li hemû welatên cihanê li dijî êrîşên li ser Efrînê her ku diçe bertek jî zêde dibin. Li Silêmanî jî bi hezaran kesên di navde mamoste, bijîşk, rewşenbir, parlamenter, rojnameger û nûnerê rêxistinên demokratîk hene ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê û êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê şermezar bikin daketin qadan û dest bi meşê kirin.
Bi hezaran kesên tev li meşê bûn bê navber dirûşmên "Efrîn em bi ter re ne" û dirûşmên ku êrîşa TSK'ê û Tirkiye şermezar dikin meşiyan. Dîsa gelek pankart û dowîzên ku piştgiriyê didin Efrînê û êrîşan şermezar dikin hatin vekirin.








