Malbatên girtiyan: Em ê li gel zarokên xwe têbikoşin
- 09:41 29 Çile 2018
- Rojane
Zenep Durgut
WAN - Hikûmeta AKP'ê bi KHK a hejmar 696'an ku weşand dixwaze pêkanîna 'Cilên yek reng' li girtîgehan pêk bîne. Li hemberî vê pêkanînê nerazîbûnên malbatên girtiyan berdewam dikin. Malbatan anîn ziman ku pêkanîna 'kincên yekreng' êrşa li dijî bîrdoziya gelê kurd e.
Hikûmeta AKP'ê bi KHK'a hejmar 696'an dixwaze pêkanîna 'Kincên yekreng' li girtîgehan pêk bîne. Li dijî vê pêkanînê ji her girtîgehekê ji alyê girtiyan ve peyamên berxwedanê hatine dayîn. Malbatên girtiyan ên ku bertek nîşanî vê pêkanîna 'kincên yekreng" dan anîn ziman ku hikûmet bi vê êrîşa li ser girtiyan re êrîşî bîrdoziya Gelê Kurd dike û gotin ku ew ê jî li gel zarok û xizmên xwe li dijî vê pêanîna dijmirovî li ber xwe bidin.
Xwîşka girtiyê siyasî Xecê Kiye da zanîn ku di darbeya 12 îlonê de jî girtiyan ev têk bir û got ku girtiyên sîyasî dê 'Kincên yekreng' Qebûl nekin û wiha axivi;"Bi salane mafê girtiyan tê binpêkirin û bi tu awayî şert û mercên girtîgehan nehatine guhertin. Bi pêkanîna "Kincên yekreng dewlet çi armanc dike? Me ev pêkûtî di Darbeya leşkrî ya 12 Îlonê de dît. Di wê demê de jî li dijî vê pêkanînê berxwedanek bê hempa hat dayîn. Bi pêanîna "Kincên yekreng" tê xwestin ku hişmendiya yek al, yek gel û yek ziman carekedin bi bîr bixin. Girtiyên siyasî bi salane li hemberî vê hişmendiya desthilatdariyê li ber xwe dane. Ev pêanîn wê mirovan ji hebûna wan dûr bixe. Herkes baş dizane ku wê girtî vê yekê nepejirînin. Ji xwe ji her girtîgehê peyama li hemberî "Kincên yekreng" berxwedan hat dayîn. Em ê ji li dijî vê pêkanînê bi girtiyan re li ber xwe bidin û dengê girtiyan ji hemû aliyan re ragihînin. "
'Pêanîn tunehesibandina edaletê ye'
Halîme Duman jî bal kişand ser pêkanîna "Kincên yekreng yekreng' û got ku zarokên wan dê bêrûmetiyê qebûl nekin û wiha domand;"Lawê min ev 7 sale di girtîgeha Wanê ya tîpa F'yê de dimîne. Hikûmet nikare 'kincên yekreng' li zarokên me ferz bike. Ez gava ku herî dawî çûm hevdîtina lawê xwe ji min re got ku êdî ew dernakevîn hevdîtinê. Niha bêrûmetiyê li zarokên me didin ferzkirin, em ê destûr nedîn. Çiqas ji destê me bê em ê piştgiriyê bidîn zarokên xwe. Di berxwedanê de jî û têkoşînê de jî em li cem zarokên xwe ne. Em jî wekî zarokên xwe vê pêkanînê qebûl nakin û em ê jî wekî zarokên xwe li ber xwe bidin. Ev pêkutiyên dewletê rûmeta mirovahiyê binpê dikin. Lê nikarin vîna zarokên me bişkînin. Ev pêkanîn tunehesibandina edaletê radixin ber çavan. "
'Em ji bo berxwedanê amade ne'
Dayika Halîme daxuyand ku ew ê heya dawiyê dev ji kurdbûyina xwe bernedin û wiha berdewam kir; "Di kesayeta girtiyên siyasî de dixwazin bîrdoziya gelê kurd têk bibin. Lê dikarin her tiştekin û nikarin me ji kurdbûyina me dûr bixin dûr bixin. Em gelekî ku xwedî bîrdozikeye pîroz in. Zarokên me jî bi zanebûna bîrdoziya kurd mezin bûne û ketine zîndanan. Em heya dawî li cem zarokên xwe ne. Ji bo têkoşîn û berxwedanê em ê her li gel zarokên xwe bin."








