Jinên herêma Efrînê berxwedana xwe dewam dikin

  • 09:40 29 Çile 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
EFRÎN - Endamên HPC'ê li navçeya bilbilê ya herêma Efrînê  kêlî bi kêlî li hemberî dagirkirina dewleta tirk parastina axa xwe dikin.
 
Li navçeyê bilbilê tevî hemû êrîşên dewleta tirk a dagiker bi balafiran, gel jiyana xwe li mala xwe berdewam dike û parastina axa xwe dike. Li ser vê mijarê Endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) li navçeya bilbilê nirînên xwe anîn ziman.
 
Endama  HPC'E Jinê Mîdiye Hesen berxwedana gelê Efrînê silav kir û wiha got: "Erdogan hewl dide ku bi çekên xwe yên giran derbasî herêma Efrçnê bibe û dagir bike. Lê belê em wek Hêzên Parastina Civakî HPC Jinê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo kêlî bi kêlî,bişev û biroj parastina axa xwe dikin.  Her wiha bila dewleta Tirk a dagirker baş bizanibe ku heta hêzên YPG-YPJ'ê,HPC'ê hebe ,zarok û jin wê  li Efrînê jiyana xwe berdewam bikin û axa xwe biparêzin  dewleta tirk wê nikaribe Efrînê dagir bike."
 
Heta dawiyê berxwedan
 
Mîdye Hesen diyar kir ku bi berxwedana gelê Efrînê êrîşên dewleta tirk wê vala derkevin û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk gelek piropagandaya xwe dike û dibêje  ku nîvê herêma Efrînê di destê wanda ye. Lê belê heta niha bi berxwedana gel Efrînê bihustek axa nedaye destê wan. Gelê Efrînê sozda daye ku heta dawiyê wê wê li hemberî dagirkirina dewleta tirk bisekinin û berxwedana xwe berdewam bikin."
 
Di dawiyê de Mîdye anî ziman ku serkeftina Herêma Efrînê wê bibe azadiya Rêber Apo û wiha dawî li axafitna xwe anî: "bi îradeya gelê herêma Efrînê û baweriya wan bi hêzên YPG-YPJ'ê sala 2018 wê bibe sala berxwedana Efrînê û Rêber Abdulah Ocelan ji zîndana Îmralê azad bike."
 
'Kesek nikare îradeya me bişkîne'
 
Her wiha Endama Hêzên Parastina Civakî HPC Jinê Hemyet Muhemed jî ev tişt got: "Em wek jinên herêma Efrînê em soza xwe nû dikin ku heta dawiyê em ê axa xwe û gelê xwe biparêzin û êrîşên Erdogan îradeya me naşkîne.  Ji ber ku berxwedana gelê Efrînê îro hêza me xurtir dike û  em ê berxwedana xwe berdewam bikin."
 
Di heman demê de welatiyê bi navê Cemîl Mustefa jî wiha got:"Em wek gelê herêma Efrînê tu carî desthilatdariyê qebul nakin û heta dawiyê em ê li rex Hêzên xwe li ber xwe bidin û berxwedana xwe dewam bikin."