Li cafeya girêdayê şaredariyê îdiaya îstîsmara zayendî
- 09:39 29 Çile 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Li Bornovaya Îzmîrê hat îdiakirin ku li ‘Kizlar Kahvesî’ xebatkarek bi nexweşiya sendroma down rastî îstîsmara zayendî ya mêrê bi navê F.D hatiye. Dîlan Înce ya bûyer derxist holê diyar kir ku rastî mobîng û tehdîdê jî hatiye.
Şardariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji bo xwendekaran di çarçoveya projeya ‘Dost Kart’ de girêdayê ÎZBAŞ a Bornovayê ‘Kizlar Kahvesî’ vekir û hat îdiakirin ku li kafeyê xebatkra sendroma down rastÎ îstîsmara zayendî hatiye. Dîlan Înce ya li kafeyê dixebitî bûyer derxist holê û diyar kir ku bûyer ji xeta gilîkirinê ya whatsapp a şaredariyê re ragîhandiye.
Dîlanê bi lêv kir ku zaroka sendroma down rastî îstîsmara mêrê bi navê F.D hatiye û got wê ev ji xeta îxbarê ya şaredariyê re ragîhandiye. Dîlanê anî ziman ku rojek piştî îxbarê ji baskê ciwanan a CHP’ê Sînan Sarikose lê geriyaye û gotiye li şûna F.D zarok ji kar hatiye avêtin.
Dîlanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku kesê bi navê F. D berê jî jin Îstîsmar kiriye, lê şûnde vegeriyaye kar û hatiye xelat kirin.
Dîlanê bi lêv kir ku ÎZBAŞ di çapemeniya civakî de min diderewînin.








