Di serê Husniyeyê de sê gule hatin tespîtkirin

  • 09:37 29 Çile 2018
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
ŞIRNEX - Li Sîlopiya Şirnexê li gundê Rihanî di 15’ê Mijdara 2017’an de hat îdiakirin ku Husniye Doruk întîxar kiriye û  di rapora otopsiyê de li serî şûna sê guleyan û li lingê wê jî guleyek  hat tespîtkirin. Der barê mijarê de çar kes hatin girtin û delîlên hatin veşartin jî nayên dîtin.
 
Li Sîlopiya Şirnexê li gundê Rihanî di 15’ê Mijdara 2017’an de hat îdiakirin ku Husniye Doruk întîxar kiriye û  di rapora otopsiyê de li serî şûna sê guleyan û li lingê wê jî guleyek  hat tepîtkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de biryara sînorkirinê anîn ser dosyayê û der barê mijarê de ji malbatekê çar kes hatin girtin.
 
Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsînê de ji 20 zêdetir kes îfada wan hat girtin. Di encama îfade û lêkolînên hatine girtin de  li ser zarok û hevjînê Husniyeyê şopa barutê nehatiye dîtin û  kesên îfada wan hat girtin jî diyar kirin ku şeva buyerê deng nebihistine.  Gumanbarên ku îfada wan hatin girtin jî ji bo pirsên ‘şeva bûyerê hun li ku bûn? Jî bersiva ‘li ser erd an jî li derve bûn’ dan.  Li ser tê sekilnandin ku bûyer kuştineke bi plankiriye û  tê gotin ku ji bo dengê çekê neyê bihistin bêdengî bikar anîne.
 
4 kes hatin girtin
 
Dozgeriyê der barê dosyaya sÎnorkirin li ser re de agahî da xizmên girtiyan û hat gotin ku hatiye îfadekirin gumanbar li ser ‘gumanan’ hatine girtin û di rewşa delîl neyên dîtin de wê bên berdan. 
 
Gundî: Dibe ku kuştina ji bo namûsê be
 
 Gundiyan jî diyar kirin ku dibe ku ev kuştin ji bo namûsê hatibe kirin û her wiha dan zanîn ku zext li Husniyê hatiye kirin û bi taybet jî di demên dawî de zext zêde bûne.
 
Dayik: Keça min tehdîdên mirinê digirt
 
Dayika Husniyê jî wiha got: “Berê jî bi dehan carî keça min bi mirinê tehdîd kirin. Lê ji kesî re tiştek negot. Her kes dizane ku wan kiriye. An jî wê keça min çima 3 guleyan berde serê xwe.  Yên ev kirine bila îtîraf bikin.  Divê cezayên xwe bikişînin.
 
Dozgeriyê li ser îfadeya dayikê axivî û got ‘ger tehdîd girtibe çima serî li me nedaye, niha sûcdarî gelek li dawî dimînin.  Li holê delîl tine Îfade hene.’