Leyla Guven: Me çaway Kobanê parast em ê Efrînê jî biparêzin
- 09:18 29 Çile 2018
- Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku derbarê êrîşên li ser Efrînê de nirxandin kir û piştî nirxandina ku kir bi demeke kurt hat binçavkirin, diyar kir ku xedîderketina li Efrînê Erka her kesî ye û ev tişt got: "Em wekî jin û ciwanên kur çawa ku ji 7 slî heta 70 saliyan li Kobanê xwedî derketin Em ê bi heman awayî li Efrînê jî xwedî derkevin."
Siyasetmedarên jin derbarê êrîşên Tirkyeyê yên li ser Efrînê nirxandin kirin. Hevseroka Kongra Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku piştî nirxandina kir bi demeke kurt hat binçavkirn û hêj li Muduriyeta Emniyetê ya Amedê tê girtin astengiya polîsan ku dema xwestin ji bo Efrînê daxuyaniyê bidin bi bîr xist û wiha got: "Faşîzma AKP'ê heta bi avahiya HDP'ê ya Bajêr hat." Leyla di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku ger li welatekî partiyeke siyasî nikaribe di pêlikên avahiya xwe de jî daxuyaniyekê bide ev tê wateya ku faşîzm derketiye lutkeyê û wiha berdewam kir; "Piştî van pêkanînên xwe yên dijmirovî jî dibêjin 'em êîrşî Efrînê dikin. Îradeya wan desteser dikin. Lê kesek li ber xwe nade' û propagandaya xwe dikin."
'Divê her kes xwedî li Efrînê derkeve'
Leyla got ku jinên kurd û ciwanan çawa ji 7 salî heta 70 salî xwedî Li Kobanê derketin wê wiha xwedî li Efrînê jî derkevin û wiha axaftina xwe bi dawî kir “Tu kes nikare biçe axa welatekî bombebaran bike. Mafekî wiha tune ye. Her wiha kesên ku li wir tên bombebarankirin jî xweşîk û birayên me ne. Li wir jin û zarok hene. Divê herkes baş vê bizanibe. Divê li ser navê mirovahiyê her kes xwedî li Efrînê derkeve. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li Efrînê derkevin. Di serî de ez CHP û hemû partiyên din ên siyasî li Tirkiyeyê ji ber ku çavên xwe li komkujiyên wê bên kirin digirin şermezar dikim.”
'Ev êrş di rojeva cîhanê de ne'
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata êrîşên ku li dijî Efrînê tên kirin nirxand û got tiştên ku li Rojhilata Navîn tên jiyîn ne tesadûf in û bibîr anî ziman ku ji 2012’an vir de li Sûriyeyê şerek berdewam dike. Rusya derbarê mijara Suriye de parçeyek ji pergala parastinê ye û şerê li Suriyeyê weka pîvaneke kurevî di rojevê de rûniştiye.
'Wê bedela van êrîşan giran be'
Ayla diyar kir ku şerê li Sûriyeê hatiye merhaleyeke nû û anî ziman ku divê êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê tenê wekî piştgiriya bi OSO'yê re neyên nirxandin. Ayla destnîşan kir ku tirkiye bedela gavên ku diavêje wê giran bide û wiha berdewam kir: "Hemû muxalefeta li Tirkiyeyê li dijî kurdan bûne yek. Dema ku mirov polîtîkayên hêzên kurevî yên derbarê Rojhilata Navîn di ber çan re derbas bike mirov ê bibîne ku wê gava Tirkiye avêtiye bedela wê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê gelek giran be."
‘Li dijî faşîzma ku bilid dibe dengê xwe bilind bikin’
Ayla herî dawî got ku ew bawerin ku wê gelê kurd di kolan û taxan de bi têkoşîna xwe bi ser bikeve û wiha dawî li axaftina xw anî: “Em ê bi gelê xwe di vê pêvajoyê de bertekên xwe bidin nîşandan. Em jin çi ji destê me bê û hetanê hêza me hebe em ê li dijî faşîzmê tora demokrasiyê ava bikin. Her wiha li dijî faşîzma ku bilid dibe em ê dengê xwe bilind bikin.”








