Dayika Sîsê ya rewşa wê giran bûye: Dengê min bibihîzin
- 09:17 29 Çile 2018
- Rojane
MERSÎN - Dayika Sîsê ya nexweş ku bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat girtin rewşa wê her ku diçe giran dibe. Dayika Sîsê ya 75 salî bi hevkariya parêzerên xwe nameyek şand û diyar kir ku bila dengê wê bê bihîstin û got: “Bila ji bo min tiştekî bikin. Ez bi zor li vir dijîm.”
Dayika Sîsê ya 75 salî li Gimgima Muşê bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kiriye’ hat darizandin û ji vê dozê 4 sal û 2 meh ceza lê hat birîn û şandin girtîgeha Tîpa E ya Muşê. Sîsê Bîngol rewşa wê her ku diçe xera dibe. Di rojên borî de Dayika Sîsê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hat kirin û ji ber şert û mercên tenduristiyê nikare jiyana xwe bi tenê bidomîne.
STE rapor guhert
Hemû serlêdanên dayika Sîsê tên redkirin û di vê pêvajoyê de jî bi dehan carî rakirin nexweşxanê. Nexweşiya wê ya dil, tansiyon û mesanê heye û Saziya Tipa Edlî rapora nekare li girtîgehê bimîne da lê tevî vê nehat berdan.
Dayika Sîsê bertek nîşanî guhertina rapora ku STE’ê guhert da, çûyîna nexweşxanê red kir û di demên borî de li ser israra hevalên koxuşa wê çû nexweşxane yê. Sîsê bi rîngê birin û her wiha bi kelepçeyê derxistin pêşberî doktor. Li ser bertekên doktoran kelepçe hat derxistin û piştî dermankirinê kelepçe li Sîsê dan û birin girtîgehê.
‘Ji bo min tiştekî bikin’
Sîsê bi hevkariya parêzerên xwe peyamek şand û diyar kir ku hema hema her roja wê li nexweşxanê derbas dibe û got: “Dengê min bibihîzin. Ji bo min tiştekî bikin. Bila deng bidin min û girtiyên wek min.”








