ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2018'AN
- 09:00 29 Çile 2018
- Rojev
*Jinên Ereb ên navçeya Girkêlegê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê bi tûndî şermezar kirin û diyar kirin ku projeya pergala netewa demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê hemû netewan di bin sîwana xwe de diparêze. Loma dê berxwedana Efrînê bi ser bikeve. DÎMEN HEYE
*Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku derbarê êrîşên li ser Efrînê de nirxandin kir û piştî nirxandina ku kir bi demeke kurt hat binçavkirin, diyar kir ku xedîderketina li Efrînê Erka her kesî ye û ev tişt got: "Em wekî jin û ciwanên kur çawa ku ji 7 slî heta 70 saliyan li Kobanê xwedî derketin Em ê bi heman awayî li Efrînê jî xwedî derkevin." BI DÎMEN
*Hikûmeta AKP'ê bi KHK a hejmar 696'an ku weşand dixwaze pêkanîna 'Cilên yek reng' li girtîgehan pêk bîne. Li hemberî vê pêkanînê nerazîbûnên malbatên girtiyan berdewam dikin. Malbatan anîn ziman ku pêkanîna 'kincên yekreng' êrşa li dijî bîrdoziya gelê kurd e. BI DÎMEN
*Endamên HPC'ê li navçeya bilbilê ya herêma Efrînê kêlî bi kêlî li hemberî dagirkirina dewleta tirk parastina axa xwe dikin. DÎMEN HEYE
*Li Sîlopiya Şirnexê li gundê Rihanî di 15’ê Mijdara 2017’an de hat îdiakirin ku Husniye Doruk întîxar kiriye û di rapora otopsiyê de li serî şûna sê guleyan û li lingê wê jî guleyek hat tespîtkirin. Der barê mijarê de çar kes hatin girtin û delîlên hatin veşartin jî nayên dîtin.
*Dayika Sîsê ya nexweş ku bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat girtin rewşa wê her ku diçe giran dibe. Dayika Sîsê ya 75 salî bi hevkariya parêzerên xwe nameyek şand û diyar kir ku dengê bê bihîstin û got: “Bila ji bo min tiştekî bikin. Ez bi zor li vir dijîm.”
*Li Bornovaya Îzmîrê hat îdiakirin ku li ‘Kizlar Kahvesî’ xebatkarek bi nexweşiya sendroma down rastî îstîsmara zayendî ya mêrê bi navê F.D hatiye. Dîlan Înce ya bûyer derxist holê diyar kir ku rastî mobîng û tehdîdê jî hatiye.
*Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê sibê dest pê dike. Endama Komîsyona Rêveberiyên Herêmî a DBP’ê Halîme Bayram der barê konferansa wê heta 31’ê Çileyê berdewam bike de agahî da û diyar kir ku wê Turkan, Sêvê, Sakîne, Leyla, PakÎze û Fatma hebin û got wê bi awayekî xurt ji konferansê derkevin.








