Ji Desteya Rêveberiya Xeseriya Demokratîk daxuyanî

  • 15:42 28 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Desteya Rêveberiya  Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin.
 
Derbarê êrîşên li ser Efrînê yên dewleta tirk Desteya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê daxuyaniya çapemeniyê da. Endamên desteya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê û  gel beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Ji 20'ê çilêyê de Herêma Efrînê bi êrîşên hovanê yên AKP'ê re rûbirû ye. Armanca van êrîşan ew e ku herêmê dagir bikin û di anva gelên ku bi awayekî hevpar dijîn de tevliheviyê derxîne ye. Di 8 rojên derbasbûyî yên van êrîşan de dewleta tirk  hemî cûreyên çekan û teknîkê bi kar anîne û  sivîlên bê guneh hatin hedefgirtin  û gelek zarok,jin û mirovên  bê guneh jiyana xwe ji dest dan ku  piraniya wan qurbaniyan penaberên ku ji ber şer berê xwe dabûn Efrînê.  Armanca Hikûmeta AKP'ê ji ya vê êrîşê pêkanîna terora li ser gel û valakirina herêmê ye û derbaskirina terorîstan di hundirê herêmê re ye ku ji bo  pîlanên xwe yên dagirker ên Osmanî pêk bînin e.
 
Nikarin pêşve biçin
 
Lê li gel van hemû êrîşan jî nikarîbin bostekê pêş ve biçin û rastî berxwedaneke bê hempa ya Yekîniyên Parestina Gel û Hêzên Sûriye Demokratîk hatin. Gelê Efrînê biryara xwe da û ev biryar ji hemû cîhanê re ragihand û berxwedan hilbijart. 
 
Em sipasiya tevahî kurdistaniyan û dostên demuqratk ên gelê kurd dikin ji bo piştgiryia wan a ji bo berxwedana Efrînê ku bi riya çalakiyên aştiyan li tevahî cîhanê pêk anîn. Em hêvî dikin ku van çalakiyên xwe berdewam bikin û rastiya dîktatoriya Erdogan ji jîhanê re ragihînin.
 
Ji bo civaka navneteweyî bang  
 
Em bang li civaka navnetewî û saziyên têkildar dikin da ku helwesta xwe zelal bikin derbarê binpêkirina mafan ên  hikûmeta tirk de li dijî Efrînê û bêdeng nemînin û hespa ji Erdogan bipirsin.  Ji ber ku ev êrîş ne tenê Efrînê hedef digrin, ev şerê paradîgmeyan e. Yê piradîgmeya dîktatorîst û paradîgmeya azadî  û demuqrasiyê ye. Ji bo vê yekê pêwîst e hem û hêzên demuqrasîxwaz bi hev re tevbigerin ji bo ku  pêşî lê dagirkirina Efrînê bê girtin.
 
Em soz didin ku em ê dîktatoriya Erdogan hilweşînin û projeya xwe ya demokratîk a yekitiya gelan pêk bînin.
 
Daxuyîyanî bi dirûşma" Bijî berxewdana Efîrnê" bi dawî bû