Kongra Star: Em ê rêya Avesta Xabûr bişopînin
- 14:49 28 Çile 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Koordînasiyona Kongra Star di derbarê çalakiya fedayî ya şervana YPJ'ê Avesta Xabûr a ku li dijî artêşa tirk çalakiya fedayî pêk anî daxuyanî da.
Koordînasiyona Kongra Star di derbarê çalakiya fedayî ya şervana YPJ'ê Avesta Xabûr a ku li dijî artêşa tirk çalakiya fedayî pêk anî daxuyanî da. Kongra Star ragihand ku berxwedana Efrînê bi berxwedana Avesta Xabûr tacîdar bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku serhildana Efrînê kêlî bi kêlî bilind dibe û ev berxwedan wek dilê dayikan zelal û mezin e.
Daxuyanî wiha ye:
'Berxwedana Efrînê wek kelecana jinên ciwan germ û çalak e'
Berxwedana gelê Kurd û jina Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser civakê, jinê, zarokan, xwezayê, nirxên dîrokî bi salan e didome, kêli bi kêlî bilind dibe. Ev berxwedana ku wek dilê dayikan zelal û mezin e, wek kelecana jinên ciwan germ û çalak e, wek zanatiya kal û pîran mezin dibe, qehremanên dema xwe ava dike. Her kêliyek bi qehremanan bi nav dibe. Ala azadiyê ji dest didin hevdû û kêliyên xwe ava dikin. Her gotin û kêliya jiyana azad heq dikin. Ji bo avakirina kêliyên azad, Serokê Netewî, civakan, dijmin xistine rêzê.
'Navê vê berxwedanê dibe Avesta Xabûr'
Bi berxwedana pîroz a Kobanê gelê Kurd vîna xwe ya azad nîşan dan. Di berxwedana Efrînê de jinên Kurd, bi pêşengiya YPJ'ê û rêheval Avesta Xabûr jiyana azad ava dikin. Di van kêliyên ku berxwedana Efrînê êdî wê bibe berxwedana Avesta Xabûr de, jina azad car din mohra xwe di kesayeta rêheval Avesta de li dîrokê, li zemanan û li dilê dijminahiyê dide. Bi berxwedana Efrînê netew hîn baştir nêzî hev bûn, jin hîn zêde birêxistin bûn, ala azadiyê ya di destê netewên cûr be cûr de di qadên azadiyê de hîn bilindtir bû. Di her meş û mîtîngê de di serî de Azadiya Rêberê Netewî Abdullah Ocalan, dagiriya li ser welatê rojê Kurdîstanê, qirkirina li ser civak, xweza, zarok û ciwanan hat ser ziman. Zîhniyeta faşîzan, dagirker, qirker bû terorîst civaka kurd jina kurd bû berxwedêr. Îro di roja 28'ê Çileya 2018' an de navê vê berxwedanê dibe Avesta Xabûr.
'Ev rihê fedayî dê bilintir bibe'
Ev berxwedan bi rihê fedayî, bi armanca jiyana hevpar û azad bi baweriya pêşerojên demokratîk avakirina kêliyên azad berdewam dibin. Heya ku zext, êrîş, zulm, gefxwarin, zordarî, bêmafî li ser gelê me û welatê me hebe ev doz nayê berdan, ev berxwedan nayê sekinandin, ev ruhê fedayî wê bilidtir bibe.
'Jin welatparêz û şoreşger in'
Jin bi ruhê fedayî û şoreşger li hemberî hemû dagirkerî, desthilatdarî, destwerdan û gefxwarinan li ber xwe didin. Jin welatparêz û şoreşger in. Jin di çeperan de, di kêliyên jiyana azad de, jiyan û civaka xwe diparêzin. Parêzvan û rêxistinkirî ne. Jin bi zanîna fikir-zikir-çalakî, bi fikra jiyana azad ya Apo'yî, bi berxwedana serdemê ya fedayî, bi rêya Arînan girêdayî ne. Jin perwerdekirî ne. Îro ev jina rêxistinkirî, perwerdekirî û welatparêz dikare di kevir de hest bigire, di gulê de şiyar bibe, di însan de bibe ya xwe û gelê xwe.
'Em berxwedana li hember faşîzmê bilind bikin'
Em bang dikin ku li hemberî hemû hêzên dagirker, dijmirohaviyê, dijnetewbûnê em bi hevre bi yek dengî, yek dil û yek dirûşmê berxwedana jiyana azad a Efrînê silav bikin. Em berxwedana xwe li kolanan, li ber sazî û dezgehên faşîzan û dijmirovahiyê bilind bikin, hemû rêyên dagiriyên dewleta tirk ya dagirker bidin girtin, sazî û dezgehên navbeynkar hişyar bikin û hemû rêyên van êrîşan bidin girtin.
'Em bi rihê fedayî yê Avesta soz didin'
Di vê serdema berxwedanê de tenê em ê hev in, dostê hev in û dikarin li dijberî vê zîhniyetê bisekinin. Em ji tu kesê din hêviya nakin. Qada azadiya xwe em ava dikin û bi destê hev digirin. Her mirovek azadîxwaz dikare destên xwe bide hev û dakeve meydana azadiyê. Kerem bikin berxwedanê serdemê, kerem bikin mirovahiya azadîxwaz, kerem bikin netewên demokratîk bi rihê fedayî yê rêheval Avesta Xabûr em soz didin ku van êrîşan hemûyan têk bibin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî yekîtiya Kurd", "Bijî berxwedana serdema berxwedanê ya Efrînê", "Bijî fedaîya Avesta Xabûran" bi dawî bû.








