11 qadên Bêşebabê hat qedexekirin
- 14:06 28 Çile 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê, li navçeya Elkê 11 herêm wekî "herêma ewlehiya taybet" îlan kir û ji ketin û derketina sivîlan re qedexe kir.
Waliyê Şirnexê careke din gelek herêmên Şirnexê ji ketin û derketina sivîlan re qedexe kir. Li gorî daxuyaniya walîtiyê, dê 2 hefteyan kes nekeve nav herêman.
Daxuyaniya li ser malpera walîtiyê hat weşandin de hat diyarkirin ku ji bo pêşî li sûc bê girtin, ji bo parastina maf û azadiyê, li navçeya Elkê gelek herêm ji 29'ê Çileya 2018'an heta 12'ê Sibata 2018'an bi demborî (15) wekî Herêma Ewlehiya Taybet hatiye qedexekirin.
Waliyê Şirnexê berî 4 rojan jî 7 herêmên çoltara bajêr ji ketin û derketina sivîlan re qedexe kiribû.








