Artêşa dagiker a tirk qetilkirina sivîlan berdewam dike

  • 13:56 28 Çile 2018
  • Rojane
EFRIN - Êrîşên dewleta tirk a dagiker li ser herêma Efîrnê berdewam dikin. li naveçeya Bilbilê û gundê Xelîl yê navçeya Şiya artêşa tirk  bi obîsan êrîşî malên sivîlan dike û bi balafiran jî Bendava Meydankê ya navçeya şera bombebaran dike.
 
Di encamê van êrîşên hovane de ku hatin kirin gelek sivîl hatine kuştin û bi dehan birînda hene. Li gorî agahiyên ewil ku gihîştine ber destên me hat aşkerakirin ku  heta niha ji naveçya bilbilê sivîlekî li mala xwe di encma êrîşan de jiyana xwe ji dest daye û sivîlek jî ji gundê xelîlê jiyan xwe ji dest daye.
 
Li aliyekî din jî li navçeya Şêrawa li gundê  Dêr Mişmiş û Kobelê yên herêma Efînrê  balafirên artêşa dewleta tirk a dagerker tên bombebarankirin Û hat ragihandin ku di encama van êrîşan de jî gelek sivîl hatin kuşitin û birîndarkirin.
 
Bombebaran berdewam dike.