Dayikên Aşitiyê: Ji bo ku zarok bijîn em ji şer re dibêjin na

  • 13:12 28 Çile 2018
  • Rojane
WAN - Êrîşên dewleta tirk ên  li ser Efrînê  bênavber berdewam dikin. Li Wanê Meclîsa Dayikên Aşitiyê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikan diyar kir ku herî zêde îro pêdivî bi aşitiyê heye û gotin ku ew ne ji bo mirin û kuştinê ew ji bo aşitiyê amade ne. 
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê di roja 9'emîn de berdewam dikin. Li hemberî êrîşan berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê jî berdewam dike. Di encama topbaranê de heta niha gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne. Li hemberî êrîşên li ser Efrînê bertek jî bê navber berdewam dikin. Li Wanê Meclîsa Dayîkên Aşitiyê daxuyanî da çapemeniyê û di daxuyaniyê de dayikan diyar kirin ku ew her tim ew ê li dijî şer bibin mertal û gotin ku ji bo zarok bijîn divê şer bê rasetandin. 
 
'Em dayik ji bo aşitiyê amade ne'
 
Li Ser navê meclîsa Dayikên Aşitiyê Zekiye Kaya axivi. Zekiye bal kişand ser êrîşên Efrînê û bi lêv kir ji bo jiyanê divê şer bê rawestandin û wiha axivi;"Ev bi salane em li hemberî şer, destê xwe dirêjî aşitiyê dikîn. Bila êdî aşitî bê welatê me. Em naxwazîn ne leşker ne jî gerîlla bimrin. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Em naxwazîn êdî zarokên me bên kuştin. Pêwîste aşitî pêk bê. Heta mûzakere dest pê nekin ev şer nayê rawestandin.  Em bang li dayikên leşker, polîs û gerillayan dikîn, bila ji vî şerî re bêjin bes e. Em dixwazin zokên me bijîn û neyên kuştin. Em dayik ji bo aşitiyê amade ne. Dema ku zarokên me tên kuştin kezeba me dişewite lê dema ku em Efrînê jî dinêrîn kezeba me dişewite. Ji ber wê bila ev şer bê rawestandin. Em bang li hemû siyasetmender û aqilmendan dikîn ku bila vî şerî bidin sekinandin."
 
Piştî  Zekiyeyê Dayika Aşitiyê Mûnîfe Kacak jî axivi û Mûnifeyê jî daxuyand ku herî zêde îro pêdîvî bi aşitiyê heye û bang li herkesî kir ku bibin dengê aşiti yê.