8 ESP'yî hatin berdan lê Pinar Turk hîna di bin çavan de ye

  • 12:41 28 Çile 2018
  • Rojane
STENBOL - Li Beşîktaşê 8 ESP'yî yên ku li dijî "kincên yekreng" belavok belav kirin û hatibûn binçavkirin hatin berdan. Seroka ESP'ê ya Stenbolê  Pinar Turk nehat berdan û birin muduriyeta Emnyetê. 
 
Li Stebolê 9 kesên ji Partiya Bindestan a Sosyalît (ESP) ji ber ku li dijî "kincên yekreng" li Beşîktaşê belavok belav kirin hatibûn binçavkirin. Ji 9 jinên ku hatin binçavkirin 8 jê piştî îfaeya wan a li Muduriyeta Beşîktaşê hatin berdan.
 
Ji  kesên ku hatin binçavkirin Seroka Bajarê Stebolê Pinar Turk nehat berdan û ew birin Muduryeta Emniyetê ya li ser Kolana Vatanê.