Em destûrê nadin cilên yekreng
- 12:34 28 Çile 2018
- Rojane
Melike Aydın
ÎZMÎR - Satiye Ok diyar kir ku ferzkirina nasnameyê ya li ser jinên girtî yên li Girtîgeha Xarpêtê, provaya ferzkirina cilên yekreng e. Satiye wiha got:"Em destûrê nadin cilên yekreng. Em ê bibin dengê girtîgehan. Ji tu tiştekî fikara me tuneye."
Bertekên xizmên girtiyan ên li dijî cilên yekreng ku bi hejmara 696 a KHK'ê tê xwestin ku li girtîgehan têkeve meriyetê, her ku diçe zêde dibe. Endama Meclîsên Jinên Sosyalîst(SKM) Satiye Ok anî ziman ku bi ferzkirina nasnameyan li Girtîgeha Xarpêtê provaya cilên yekreng dikin. Satiye diyar kir ku ew ê wekî xizmên girtiyan piştgiriyê bidin berxwedana zindanan û ew ê bibin dengê girtiyan ê derve. Her wiha Satiye got ku bi ferzkirina cilên yekreng dixwazin ku civak jî bibe tenê rengek.
'Girtî pirsgirêkên tenduristiyê dijîn'
Satiye anî ziman ku li girtîgehan bi ferzkirina "nasnameya terorê" rûmeta girtiyan tê şikandin û diyar kir ku ji ber ku girtî ketin greva birçîbûnê, ji vê biryarê hat vegerandin. Satiye got ku ji ber greva ku ji du mehan zêdetir berdewam kir jinên ku ketin greva birçîbûnê niha pirsgirêkên tenduristiyê dijîn.
'Tê xwestin ku civak tenê bibe rengek'
Satiye anî ziman bi KHK a herî dawî ji bo cilên yekreng bingehek qanûnî hat avakirin. Lê li cîhanê û di serdema 12'ê Îlona 1980'an de bi serîhildanan ev pêvajo têk çû. Satiye diyar kir ku bi dirûşma "yek welat, yek al" dixwazin nifşekî oldar û kîndar bigihêjînin. Her wiha dixwazin bi ferzkirina cilên yekreng civakê bikin tenê rengek.
'Em ê li têkoşîna dijî cilên yekreng xwedî derkevin'
Satiye anî ziman ku îktîdar ne jina azad jina ku jê re serî ditewîne dixwaze û got:"Kesên ku serî natewînin bi zextan rû bi rû dimînin. Em ê li têkoşîna li dijî cilên yekreng xwedî derkevin. Em bang dikin ku hemû civak li dijî cilên yekreng hestiyariya xwe bîne ziman û têbikoşin."








