3'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin

  • 10:13 28 Çile 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Gelê Herêma Firatê bi munasebeta 3'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi dirûşma " Bi rihê berxwedana Kobanê dê Efrînê bi ser bikeve" pîroz kirin.
 
Bi sedan ji şêniyên Kobanê, Sirîn, Girê Spî û Minbicê, hemû saziyên civaka sivîl, YPJ/YPG, Trafîk, Asayîş û Hêzên Parastina Civakê (HPC) piştî meşa ji bo piştgiriya Efrînê li qada şehîd Egîd kom bûn û bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Kobanê dê Efrînê bi ser bikeve" salvegera 3'emîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kirin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed axivî, Ilham got ku heta mirovên azad hebin wê kes nikaribe axa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dagir bike û wiha axivî "Dewleta Tirk ji bo ku Kobanê têk bibe hemû rengên êrîşan pêk anî. Ji piştgiriya dayina DAÎŞ'ê û planên cuda ên li ser Girê Spî û deverên din bi kar anîn. Îro jî li Efrînê ev 8 roj in Dewleta Tirk nikare derbasî Efrînê bibe. Li Efrînê rihek hatiye avakirin, li Efrînê jiyaneke bi rûmet û azad heye. Ji bo vê jî heta ku mirovên azad hebin, wê tu carî ne dewleta Tirk û ne hêzeke din vê îradeyê bişkîne û têk bibe."
 
Her wiha Laleşîn Ebdelah li ser navê jinên ku di şerê Kobanê berxwe dane û jiyana xwe ji dest dane spasiya xwe kir, ew bi bîr anî û serkeftina Kobanê pîroz kir. 
 
Di  heman demê de jî Emel Dada li ser navê Meclîsa Rêveber a Bajarê Minbicê  got ku Kobanê bi saya şervanên azadiyê bi ser ket û bû kelha berxwedanê û wiha axivî: "Bi saya rizgarkirina Kobanê û berxwedana wê îro Minbic, Reqa û Dêrazor jî hatin rizgarkirin. Li ser axa Kobanê hêza dijminê mirovahiyê yê herî hov çeteyên DAÎŞ'ê hatin şikandin û gelê Kobanê ji bo gelên cîhanê bûn mînaka berxwedanê."  
 
Piştî axaftinan komên navenda çand û hûnera Baqî Xido şano pêşkêş kir. Koma Şano ya bi navê 'Hûn ê bişemitin' şano li ser berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê ya li dijî dewleta Tirk li herêma Efrînê pêşkêş kirin. Her wiha koma Botan jî stranên şoreşgeriyê gotin.
 
Di dawiyê de jî Koma Şehîd Delîla ya Yekîtîya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Rojava şanoyek li ser berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê pêşkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina govenda serîhildanê bi dawî bû.