Parêzer Newroz Uysal: Ecibandina Guantamonê nenaskirina nasnameya sîyasî ye

  • 09:12 28 Çile 2018
  • Rojane
WAN - Bertekên li dijî ‘Cilên yekreng’her roj zêdetir dibin. Ji hîqûqnasan heta siyasetmendaran nirxandin û nîqaşkirina cilên yekreng berdewam dike. Parêzer Newroz Uysal li ser cilên yekreng nîqaş kir û daxuyand ku li hemberî ferzkirina bêrûmetiyê parastina mirovahiyê şert e û got ku tu  qanûnên neteweyî  de binpêkirina mafan nayê şîretkirin. 
 
Bertekên li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’ ku bi KHK’yê bi hejmara 696’an hat derxistin û tê xwestin li girtîgehan bikin faaliyetê didome. Li her deveran nêrazîbûnên li hemberî ‘Cilên yekreng’ berdewam dikin. Parêzer Newroz Uysal pêkanîna ‘Cilên yekreng’ di warê hiqûqî de nirxand û da zanîn ku di hiqûq û cîhanê de cara yekeme binpêkirina mafê mirovan tê diyarîkirin. 
 
‘Girtiyên siyasî li hemberî zext û êrîşan girtîgeh kirine qadên têkoşînê’
 
Newrozê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ferzkirina  cilên yekreng pêkûtiyên politikayên yekperest e  û wiha axivî:”Bi KHK'ê ‘Cilên yekreng’ erê kirin. Cilên yekreng amûrek  jî polîtikayên şer  e. Di dîrokê de di tu girtîgehan de evqas zext û êrîş nehatine ferzkirin. Li hemberî zext, êrîş û zilmê têkoşîn rewa ye. Bi derxistina  cilên yekreng dixwazin vîna gel teslîm bigirin û dixwazin rûmeta mirovahiyê a siyasî  dest bixin û rûreş derbixînin. Bi cilên yekreng re ew ê gotinên xwe û zextên xwe zêdetir bikin. Li tirkiyeyê girtiyên siyasî  girtîgeh kirine qadên têkoşînê. Di hevdîtinan de di dadgehê de bi her awayî û her derê li ser girtiyan îşkence dikin. Girtiyên nexweş li nexweşxaneyan di bin  siya êrîşan de tên tedawîkirin. Her çiqas zext û êrîş li ser girtiyan zêde bibin jî li hemberî wê di têkoşînê de girtiyan tavîz nedane. Bi çalakiyên greva birçîbûnê û derneketina hevdîtinan bersiv dane êrîşan. Herî dawî li girtîgeha Elazîzê girtiyan bi berxwedanê serkeftin û rêveberiya girtîgehê gav paş avêt.”
 
‘Ecibandina Guantamonê nenaskirina nasnameya sîyasî ye’
 
Newrozê diyar kir ku bi cilên yekreng dixwazin kirasê mirinê li girtiyên siyasî bikin û wiha berdewam kir:”Bi pêkanîna cilên yekreng dixwazin girtiyên siyasî ji civakê re sucdar nîşan bidin û di nava gel de teşhîr bikin. Li dadgehê li ser dozgeran ev tişt tesîreke cûda dike. Hem di nava girtîgehê de hem jî ji derve tesîreke din dike. Qanûn jî  dibêje ku, gava ku dadgeha girtiyan tê dîtin, divê girtî wan kincan li xwe bikin. Di cîhanê de em dibînin ku li tu deveran tişteş bi vî awayî tune ye. Li Guantamano yê jî ev pêkûtî nehatiye dîtin. Rast e di gîrtîgehê de kincên yekreng li xwe dikin lê gava ku derdikevin dadgehê kincên bi dilê xwe li xwe dikin. Cilên yekreng li ser derûniya mirov neyîniyê dike. Dewleta tirk mînaka Guantamano dide. Guantamano jî graveke  mîna Îmraliyê ye. Guantamano bi îşkence û bi binpêkirina mafê mirovahiyê bi nav û deng e. Heta îro jî di hiqûqa navneteweyî de Guantamano bêhiqûq e. Ecibandina Guantamonê nenaskirina nasnameya sîyasî ye.  Dewleta tirk jî di siyaseta xwe de di warê hiqûqê de bêhiqûqiyê dike. AKP Guantamano mîna terzek jiyanî aşkere kir. Vê jî baş nîşanî me da ku hikûmet hîna hiqûqê nas nake. ”
 
‘Wekî hîqûqnasan em ê her  tim bi parastina mafê mirovan têbikoşin’
 
Newrozê herî dawî daxuyand ku dê girtiyên siyasî cilên yekreng nepijirînin û wiha dawî da axaftina xwe:”Di bin şert û mercên herî zehmet de girtiyên siyasî berxwe dan. Çawa ku di salên 80’an de girtiyan berxwe dan îro jî dê destûr nedin ku rûmeta mirovahiyê bê binpêkirin. Tiştê ku dikeve ser milê me parêzeran em ê serlêdanên xwe zêdetir bikin. Li hemberî ferzkirina bêrûmetiyê em jî dê qebûl nekîn û wekî hîqûqnasan em ê her tim bi parastina mafê mirovan têbikoşin.”