Îşkenceya cenazeyan a li ser malbatan didome: Di du salan de sê caran xwîn dan
- 09:04 28 Çile 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Cenazeyên endamên YPS-YPS-JIN yên di berxwedana rêveberiyên xweser a Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan û di goristana bêkesan de hatin definkirin, ji bo ji aliyê malbatên wan ve bê girtin ev sê sal in, îşkenceya ku sê caran xwîn dane bi malbatan tê kirin.
Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’ande hatibû îlankirin şûnde bi cenazeya bi dehan kesî li goristana bêkesan hatibûn definkirin. Ji 28 cenazeyên ku 3 meh berê hatibû teşîskirin 8 heb dan malbatan.
Malbatên ku ji bo cenazeyan bigirin di du salan de sê caran xwîn dan, herî dawî serî li ÎHD’a Mêrdînê dan. Malbatên bi dehan carî daxwazname dan herî dawî doz vekirin. Dozgeriyê berê bi hincetên ‘me navnîşan wenda kirin’ an jî ‘dosya di kargoyê de dipên’ malbat şûnde vegerandin. Doza li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat vekirin jî daxwaza malbatan a girtina cenazeyan bi hinceta ‘rayeya min a definkirinê û ruhsata min tune’ red kir.
Dadgehê di heman pêvajoyê de dosya şand Serdozgeriya Komarê. Serdozgeriyê diyar kir ku rayeya definkirinê ya dozgerê bi dosyayê re eleqeder dibe heye û dosya dîsa şand Nisêbînê.
‘Bisekinin’
Dozgeriyê dîsa ji bo malbatan bersiva ‘ne hewceye hûn bisekinin’ da. Li gorî agahiyên derbarê cenazeyan de hatiye girtin, ji 83 kesên li navçeyê jiyana xwe ji dest dane tenê cenazeyên 35 kesî ji Goristana Bêkesan hatiye girtin û radestî malbatan hatiye kirin. 48 cenazeyên din hîna li bajarên cuda di goristanên bêkesan de ne.
Dozger talîmatê dide cenaze tên derxistin
Ji cenazeyan 6 heb li Goristana Yenîkoy a Amedê, 18 heb li Mêrdînê, 28 heb li Rihayê ne. Sê meh berê cenazeya 6 kesên li goristana bêkesan a Stenbolê hatibûn definkirin bi talîmata dozgeriyê hatin derxistin û li goristana bêkesan a Mêrdînê hat definkirin.
Di rojên borî de hat îdiakirin ku Serdozgeriya Mêrdînê talîmata ku bila goristana bêkesan bê xerakirin û cenazeyan bibin cihekî din hatiye dayîn. Piştî vê malbatan dora goristanê bi dîwaran girtin.
246 cenaze li goristana bêkesan in
Piştî pevçûnên li Cizîr, Gever û Şirnexê li hejmara kesên li goristanên bêkesan hatine definkirin wihane: “Amed 18, Mêrdîn 12, Dîlok 20, Habur 47, Cizîr 16, Şirnex 13, Erzirom 51, Meletî 15, ElezÎz 1, Nisêbîn 25 û Riha 28 e.








