Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Îranê herî kêm 190 zarok bi cezayê mirinê re rû bi rû ye

  • 09:03 28 Çile 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Koordînatora Kampanyaya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Ruhat Sena Akşener diyar kir ku Îran di serê welatê ku herî zêde cezayê mirinê dide zarokan de, cihê xwe digire û diyar kir ku li welat herî kêm 190 zarok bi cezayê mirinê re rû bi rû ye. Her wiha bi lêv kir ku  li Îranê ji bo bertekên rayagiştî ya navneteweyî neyê kişandin cezayê li zarokan tên birîn tên veşartin.
 
Li gorî daneyên Rêxistina Efûyê ya Navnateweyî  li Îranê herî kêm 190 zarok bi cezayên mirinê re rû bir û ne.  Beşeke mezin a zarokan bi salan e li girtîgehan li bende cezayên mirinê ne. Koordînatora Kampanyayên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Ruhat Sena Akşener diyar kir ku  li Îranê cezayên mirinê yên derbarê zarokan de bi veşarî pêk tên.
 
Ruhat bi lêv kir ku derbarê Îranê de gelek rapor amade kirine û got binpêkirina mafan a herî giran li Îranê pêk tê û wiha got: “ Bi taybet li dijî jin û zarokan binpêkirinên mafan gelek zêde ye. Her wiha li ser çapemeniyê binpêkirinên giran hene. Înternet tê qedexekirin. Ev jî girtina nûçeyan û azadiya rêxistinê asteng dike. “
 
‘Jinan ditirsînin’
 
Ruhat anî ziman ku derbarê zextên li ser aktîvîstên mafên jinan de jî rapor amade kirine û got bi taybet jinên di rêxistinên femînîst de cih digirin rastî zextan tên û hewl didin çavên jinên têdikoşin bitirsînin. 
 
‘Welatê herî zêde cezayê mirinê dide zarokan’
 
Ruhat destnîşan kir ku Îran welatekî ku alîgirê peymana mafê zarokan e û ji ber vê jî nikare cezayê mirinê bide zarokên di bin temenê 18’yî de û got: “Lê Îran yek ji welatên ku herî zêde cezayê mirinê dide zarokan e. Ev ceza jî di encama îşkenceyên giran de tên dayin. Niha 190 zarok li bende qetilkirinê ne.”