Serpîl: Gelê Efrînê ji bo ax, nan û avê li ber xwe dide

  • 09:02 28 Çile 2018
  • Rojane
ENQERE - Serpîl Kemalbay diyar kir ku êrîşên li dijî Efrînê ji bo astengkirina statuya gelên Bakurê Sûriyeyê ye û helwesta DYA û Rûsyayê jî wiha nirxand: “Ji bo berjewendiyên xwe vî şerî li gel ferz dikin.  Gelê Efrînên ne bi piştgiriya Rûsya û ne jî bi piştgiriya DYA’yê vê têkoşînê dide.  Gelê herêmê ji bo welat, nan, av û axê li ber xwe dide.”
 
Êrîşa ku Tirkiyeyê û OSO'yê bi hev re li dijî Efrînê dane destpêkirin ket roja 9’emîn. Di 24’ê Çile de Meclîsa Tenduristiya Kantona Efrînê  daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha 34 sivîl qetil bûne û 106 kes birîndar bûne û her wiha êrîşên ji hewayî û bejayî berdewam dikin.
 
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay, AKP û Tayyîp Erdogan rexne kir û da zanîn ku wê li dijî şer her tim bisekinin.
 
‘Em desthilatdariya AKP’ê û Erdogan şermezar dikin’
 
Serpîlê diyar kir ku ji ber sîvîlên di şerê Efrînê de jiyana xwe ji dest dane gelek xemgînin û got di encama avêtina topên ku 9 roje berdewam dike de gelê sivîl hedef hatiye girtin û got ew berpirsên vî şerî AKP û Erdogan şermezar dikin.
 
Serpîlê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li rojava di pêvajoya pevçûnê de li dijî faşîzma DAIŞ têkoşîna hat destpêkirin veguheriye rêveberiyên xweser yên demokratîk û wiha got: “Di dema nêz de gelê Rojava hilbijartinên xwe yên meclîsan pêk anîn. Ev hewldana dagirkirinê ya niha pêk hatiye, rastî dema destpêka pêvajoya muzakereyê tê.”
 
‘Rojava çavkaniya hêviya gelane’
 
Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi Rojava re, Suriye bi demokrasî û aştiyê hat bibîranîn û bi êrîşa li hemberî Efrînê re dîsa ketiye pêvajoya şerekî nû û ev tişt anî ziman: “Em bi desthilatdariya ku hêzên OSO’yê  perwerde kir û berda qadan re rû bi rû ne. Îro divê Tirkiyeyê li herêmê diyalog muzakere û maseya aştiyê xurt bikira. Her wiha divê di polîtîkaya xwe ya hundir de  aştî û muzakereyê bigire rojevê. Ev ji bo gelên me rêbaza herî başe. Hêzên demokrasiyê divê di çarçoveyeke demokratîk a hevpar de  demokrasiyê xurt bike.”
 
‘Ne jin û ne gel qebûl dikin’
 
Serpîlê bi lêv kir ku li Rojava jin mîsyoneke gelek girînge û di şoreşa Rojavade di pêvajoya demokratîkbûn û azadbûnê de jin bûne kirde.  Serpîlê diyar kir ku  ne jin û ne jî gel êrîşa li dijî Rojaa qebûl nakin û got: “Di avakirina aştiyê, wekhevî û demokrasiyê de jinan di eniya pêş de cih girt. Em jî di şoreşa Rojava de li cem jinan cih digirin. Turkiye di polîtîkaya xwe ya hundir de polîtîkaya înkar û zextê dimeşîne. Hel tê dayîn rejîma yek kesî bê avakirin.  Naxwazin gelê Kurd bibin xwedî statuyê.  Lê Emê her tim li dijî şer bisekinin.”