Amed Kendal: Efrîn hêza xwe ji lehengên xwe yên jin digire

  • 09:01 28 Çile 2018
  • Rojane
Sozda Oremer
 
EFRÎN - Cîgira Hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Amed Kendal derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê nirxandin kir û diyar kir ku Efrîn dê berxwe bide û wiha got:"Armanca êrîşên dewleta tirk dagirkirina axa Efrînê ye lê Efrîn gelek netewan di bin sîwana wekheviyê de diparêze. Loma gelê Efrînê jî bi berxwedanek bê hempa li axa xwe xwedî derdikeve û terk nake."
 
Cîgira Hevseroka Desteya Parastinê ya kantona Efrînê Amed Kendal rewşa dawî ya herêma Efrînê nirxand û got:"Têkçûna dewleta tirk diyar dike ku li ser faşîzm û desthilatdarî nikare axa Efrînê dagir bike."
 
Amed Kendal diyar kir ku dewleta tirk bi hemû cureyên şer êrîşî zarok, jin û rûsipiyan dike û wiha got:"Ji bo dewleta tirk Efrînê dagir bike bi navê 'Şaxê Zeytûnê' operasyonek dest pê kir. Dixwaze faşîzimê li ser gelê Efrînê ferz bike. Loma gelek sîvîl qetil kir. Lê li gel hemû hêza wan a leşkerî ew ê nikaribin axa Efrînê dagir bikin."
 
'Çav bera deskeftiyên Kurdan dane'
 
Amedê anî ziman ku dewleta tirk çav bera deskeftiyên kurda daye û wiha berdewam kir:"Li Efrînê hemû gel Kurd, Ereb, Tirkmen û penaber li Efrînê dijîn. Hemû gel li dijî van êrîşana bertekê nîşan didin. YPJ ji bo parastina gel şer dike. Dewleta tirk çav bera deskeftiyên Kurdan daye û dixwaze pêşiya serkeftiyan Kurdan bibire."
 
'Bi hemû hêza xwe ya leşkerî li Efrînê pêş neketine'
 
Amedê wiha berdewam kir:"Dewleta tirk dibêje em li Efrînê bi pêş ketiye û me gelek serkeftin bi dest xistiye. Lê di roja destpêkê de heta a niha, dewleta tirk li Efrînê pêş neketiye. Loma em dibêjin kesên ku êrîşî axa bike bersiva me yê li dijî wan giran be."
 
'Efrîn hêza xwe ji lehengên jin digire'
 
Amdê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Efrîna ku lehengên wekî Rûkenan, Arînan, Bêrîvanan afirandiye dê têk neçe. Efrîn hêza xwe ji lehengên jin digire. Em li gor baweriya gel parastinê dikin û em ê bi ser bikevin.