ROJEVA 28'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 28 Çile 2018
- Rojev
*Cîgira Hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Amed Kendal derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê nirxandin kir û diyar kir ku Efrîn dê berxwe bide û wiha got:"Armanca êrîşên dewleta tirk dagirkirina axa Efrînê ye lê Efrîn gelek netewan di bin sîwana wekheviyê de diparêze. Loma gelê Efrînê jî bi berxwedanek bê hempa li axa xwe xwedî derdikeve û terk nake." BI DÎMEN
*Li gorî ku kal û pîrên me dibêjin, min xwest ku Kobanê bi rengekî cuda bi we bidim nasîn. Kobanê li Rojavayê Kurdistanê dikeve. Di Bakurê wê de Pirsûs û Riha heye. Li Başûrê Kobanê Sirînê heye. Li Rojava jî Bajarê Cerablus, Minbic û Çemê Firatê heye. Rojhilatê Kobanê li Kantona Girê Spî dikeve. Civaka Kobanê ku bi sîstema eşîrtîyê tê naskirin, ji aliyê taybetmendiya wê ya wêrektiyê ve jî tê nasîn. JI PÊNÛSA JINAN
*Serpîl Kemalbay diyar kir ku êrîşên li dijî Efrînê ji bo astengkirina statuya gelên Bakurê Sûriyeyê ye û helwesta DYA û Rûsyayê jî wiha nirxand: “Ji bo berjewendiyên xwe vî şerî li gel ferz dikin. Gelê Efrînê ne bi piştgiriya Rûsya û ne jî bi piştgiriya DYA’yê vê têkoşînê dide. Gelê herêmê ji bo welat, nan, av û axa xwe berxwe dide.” BI DÎMEN
*Koordînatora Kampanyaya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Ruhat Sena Akşener diyar kir ku Îran di serê welatê ku herî zêde cezayê mirinê dide zarokan de, cihê xwe digire û diyar kir ku li welat herî kêm 190 zarok bi cezayê mirinê re rû bi rû ye. Her wiha bi lêv kir ku li Îranê ji bo bertekên rayagiştî ya navneteweyî neyê kişandin cezayê li zarokan tên birîn tên veşartin. BI DÎMEN
* Cenazeyên endamên YPS-YPS-JIN yên di berxwedana rêveberiyên xweser a Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan û di goristana bêkesan de hatin definkirin, ji bo ji aliyê malbatên wan ve bê girtin ev sê sal in, îşkenceya ku sê caran xwîn dane bi malbatan tê kirin.
*Yek damezrînera Şano Çûka Boyaxkirî, Jale Karabekîr ku dibêje ‘Me hinek lîstikên mêran kir lîstikên femînîst û ger hinek metnên me bibînin wê gelek xemgîn bibin. Lê şanoya femînîst serî hildane.’ Jaleyê diyar kir ku ev 18 sal in li Tirkiyeyê şanoya femînîst dikin. BI DÎMEN
*Bertekên li dijî ‘Cilên yekreng’her roj zêdetir dibin. Ji hîqûqnasan heta siyasetmendaran nirxandin û nîqaşkirina cilên yekreng berdewam dike. Parêzer Newroz Uysal li ser cilên yekreng nîqaş kir û daxuyand ku li hemberî ferzkirina bêrûmetiyê parastina mirovahiyê şert e û got ku tu qanûnên neteweyî de binpêkirina mafan nayê şîretkirin. BI DÎMEN








