Ji bo Efrînê li Girkêlegê meş hat lidarxistin
- 16:53 27 Çile 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Bi dirûşma" Efrîn em bi canê xwe bi tere ne " bi sedan welatiyan êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê bi meşekê şermezar kirin.
Bi sedan welatiyên navçeya Girkêlegê, Çelaxa, û gundewarên wê bi pêşengtiya TEV-DEM'ê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de tevahî sazî û desteyên rêveberiya xweser, hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl, Kongra Star, TEV-DEM, partiyên siyasî û bi sedan gelê ji pêkhateyên kurd, û ereb hazir bûn.
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, TEV-DEM, YPG/YPJ'ê hat hilgirtin. Meş ji Qada Azad dest pê kir û heta sûka bajêr rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê, li ser navê Kongra Star Eyîhan Murad, li ser navê Partiyên Siyasî Enes Ebdê , li ser navê TEV-DEM'ê Hesen Koçber axivîn.
Di axaftinan de êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku tu hêz û dewlet wê nikaribe îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê û gelê Bakurê Sûriyeyê bişkîne, heta dawî gelê bi hemû netewê xwe li pişta Efrînê yê.
Meş bi dirûşma" Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.








