Gelê Ereb êrîşên li ser Efrînê şermezar kir
- 16:45 27 Çile 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Bi dirûşma " Em ê canê xwe ji bo Efrînê feda bikin" bi sedan gelê ereb bi meşek girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin.
Bi sedan gelê ereb li bajarokê Tilkoçberê yê girêdayî navçeya Girkêlegê ya herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser herêma Efrînê meşek girseyî li dar xistin. Meş bi pêşengtiya Meclisa bajarokê Tilkoçberê û bi tevlîbûna tevahî sazî û desteyên reveberiya xweser, rûsipiyên êşîran, partiyên siyasî, hêzên leşkerî, Kongra Star, TEV-DEM û bi sedan gelê ereb pêk hat.
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ'ê, Kongra Star û pankartên " Erdogan ji xaka me derkeve" hat hilgirtin. Meş ji Saziya Komîteya Perwerdeyê dest pê kir û heta suka bajêr rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hat kirin, li ser navê hêzên leşkerî Şingal Koçer, li ser navê meclisa bajarokê Tilkoçer Ala Nasîf, Pariya Paşverû Ismayîl Henan, her wiha li ser navê PYD'ê û Kongra Star axaftin hat kirin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê yek in. Pergala netewa demokratîk hemû gelan di bin sîwana xwe de kom dike. Em hemû bi gelê Efrînê re ne, wê ev polîtîkayê dewleta tirk bi ser nekevin, îradeya gelê me dê Erdogan û artêşa wî têk bibe.
Meş bi dirûşma" Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.








