'Bi rihê berxwedana Kobanê dê Efrîn bi ser bikeve'
- 16:39 27 Çile 2018
- Rojane
KOBANÊ - Bi munasebeta 3'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê û bi armanca piştgiriya berxwedan Efrînê gelê herêma Firatê bi hemû pêkhateyên xwe meşeke girseyî li dar xistin.
Bi dirûşma" Bi rihê berxwedana Kobanê dê Efrîn bi ser bikeve " bi pêşengtiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi sedan ji welatiyên Kobanê, bajarê Sirîn û Kantona Girê Spî, YPJ/YPG, Asayîş, Kongira Star, TEV-DEM, Hêzên Parastina Civakî ya Demokratîk (HPCD), Hêzên Hawarî û Disîpilîna Leşkerî bi munasebeta pîrozkirina 3'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê û bi armanca piştgiriya berxwedana Herêma Efrînê meşeke girseyî li dar xistin.
Meş li Qada Jina Azad dest pê kir. Meşevanan wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG'ê, Kongra Star, TEV-DEM, her wiha pankartên 'Ji Kobanê heta Efrînê meşaleya serkeftinê bi destên Arînan û Newalan tê hildan', 'Erdogan DAÎŞ e' hatin hilgirtin.
Bi gihaştina qada şehîd Egîd gel rawestiya, piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê fermandariya YPJ/YPG'ê Dilbirîn Kobanê axivî, Dilbirîn berxwedana gelê Efrînê silav kir û got " Lehengiya ku li kela berxwedanê Kobanê hatiye kirin ji tevahî ya cîhanê re bû mînak. Ji bo Rojhilata Navîn jî Kobanê bû dîrok, ji bo vê jî çawa kela berxwedanê Kobanê dîrokek nivîsî, wê Efrîn jî dîrokekê binivîse."
A niha jî li Qada Şehîd Egîd meş bi dawî bû, û ji bo salvegera Kobanê jî şahî tê lidarxistin.








