Li herêma Efrînê 12 şervanên azadiyê hatin oxirkirin

  • 15:45 27 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Bi sedan şêniyên herêma Efrînê 12 şervanên berxwedana serdemê ku di êncama şerê di navbera QSD'ê û artêşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn hatin oxirkirin. 
 
Bi sedan Şêniyên herêma Efrînê 12 şervanên QSD/YPG ên berxwedana serdemê ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin oxirkirin. Desteyên Rêveberiya Xweser,Kongra Star,Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM,Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD), Meclîsa Malbetên Şehîdan û bi sedan şêniyên herêma Efrînê tevlî merasîmê bûn.
 
12 şervanên berxwedana serdemê ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn ya herêma Efîrnê hatin oxirkirin.  
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Efrîn û Rêzan Aldar axivîn. Di axaftinan de soza berdewamiya xeta şehîdan dan.
 
Di dawiyê de şêniyan her 12 cenazeyên şervanan li ser milan rakirin û ber bi goristana Metîna ve oxir kirin.