Dayikên Şemiyê: Em jiyan em dizanin şer tê wateya mirinê

  • 15:21 27 Çile 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê cara 670'an li Qada Galatasarayê hatin ba hev û gotin:"Em jiyan, em dizanin, şer tê wateya mirinê.
 
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqubeta xizmên xwe bipirsin, di hefteya 670'yan de li Qada Galatasarayê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in winda li ku ne?" hat vekirin, qornefîlên sor û laçikên spî yên aştiyê temsîl dikin avêtin ser wêneyên windayan. Di çalakiya îro de wêneyê Mehmet Demîr ê jiyana xwe ji dest dabû jî danîn gel wêneyên din. Demîr kekê Abdurrahman Demîr ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin e.
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Mehmet Şirîn Maltu yê di 17 saliya xwe de hat windakirin hat pirsîn.
 
'Çareserî di wekhevî û mirovahiyê de ye'
 
Destpêkê dayika Murat Yildiz ê di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz axivî, xemgîniya xwe ya ji bo Mehmet Demîr wiha anî ziman: "Mixabin tenê vê êşê kesên ku dibêjin em mirov in dizane. Em li van qadan yek bi yek dimirin. Dema em li van kolanan yek bi yek bimir in hûn ê ku derê xwe hine bikin? Çareserî di wekhevî û mirovahiyê de ye."
 
'Em hestiyên xwe û gorên xwe dixwazin'
 
Xwişka Mehmet Şirîn Maltu Perîhan Maltu axivî û ev tişt anî ziman: "Em ê ji bo miriyên xwe an zindiyên xwe dua bikin. Em ê yek bi yek bi vê hesretê bimirin. Em hestiyên xwe û gorên xwe dixwazin. Em li van qadan nebin jî dê nevî û zarokên me li van qadan bin." Xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hat windakirin Masîde Ocak jî bal kişand ser Mehmet Demîr ê jiyana xwe ji dest daye û ev tişt got: "Ez 22 salên têkoşîna wî ya li Qada Galatasarayê dizanim. Kekê Mehmet careke din em li vê qadê tenê hişt. Em hemû gelekî bi hêrs in. Em ê ji bo kekê Mehmet li edaletê bigerin."
 
Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren xwend.
 
Îkbalê bi gotina "Oxir be kekê Mehmet" dest bi axaftina xwe kir û aşkera kir ku Mehmet 22 salan bi wan re li qadê têkoşîn meşandiye û wiha axivî: "Kekê Mehmet got ku 'Min birayê xwe nedît, ez ê çawa li rûyê dayika xwe binhêrim.' Piştî windakirina dayika Kesriye Demîr, me kekê Mehmet jî winda kir. Bê deng bû, lê di rojê herî zehmet de li gel me bû."
 
'Xwestin aqubeta Şîrîn Maltû bê zelalkirin'
 
Îkbalê destnîşan kir ku Mehmet Şirîn Maltu li mezraya Zediya ya navçeya Hezoya Êlihê, di 31'ê Çileya 1995'an de hatiye binçavkirin û ev tişt got: "Leşkerên kontrola rê dikin, Maltu peya dikin. Malên hemû gundan heta saet 04.00'ên sibehê qêrîna îşkenceya Maltu bihîstin. Piştre Şirîn hildan birin. Rojtira din saet di 12.00'an de dest û piyên wî girêdayî û di serê wî de tûrik heyî ew careke din anîn gund. Leşkeran bi saetan ew li qadê derb kirin. Malbat û gundiyan aşkera kir ku leşkeran her dem dixwest cih nîşanê wan bike, lê wî her digot 'ez nizanim.' Ji ber îşkenceyê Maltu nema dikare li ser xwe bisekine û leşker wî davêjin maşîneyê. Malbatê serî li Qereqola Bekirhan û Hezoyê da lê, gotin ku ne di bin çavan de ye."
 
Eren derbirî ku kesekî li Tabûra Komando ya Êlihê girtî, piştî serbest tê berdan, aşkera dike ku ew bi Şîrîn re 6 rojan di bin çavan de maye. Lê ji ber tundiyê vî kesî nexwestiye bibe şahid. Îkbalê pirsa "Çi hat serê Mehmet Şirîn Maltu?" kir û xwest aqubeta Maltu bê zelalkirin.