Li Efrînê di roja 8'emîn de pevçûnên dijwar diqewimin

  • 15:06 27 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Êrîşên li ser Efrînê ket roja xwe ya 8'emîn. Li gelek nokteyan di navbera QSD'ê û TSK û OSO'yê de pevçûnên dijwar diqewimin. QSD'ê gotina medyaya hawiz a "Me gundê Bîskayê" bi dest xistiye, derew derxist. 
  
Êrîşên li ser Efrînê ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û OSO'yê di 20'ê Çileyê de dest pê kiribûn ket roja xwe ya 8'emîn. Li herêma ku car caran pevçûnên dijwar diqewimin gundên wê bi balafirên şer û bi obusan tên bombebarankirin. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ; Li herêma Racoyê di navbera QSD'ê, TSK'ê û OSO'yê de pevçûnên dijwar tên jiyîn. 
 
Di saetên şev de li navçeya Til Rifetê ya Şahbayê top dihat reşandin. Di êrîşên ku kesên sîvîl lê dijîn de birîndar an jî mirî tuneye lê gelek malan xisar dîtiye. 
 
Dîsa hat gotin ku derdora Çiyayê Gir û gundên Tobal, Ibêan, Qurnê, Elî Caro yên girêdayî navçeya Bilbilê û Çiyayê Şêx Xurzê ji aliyê balafirên şer tên bombebarankirin. Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de xisarên aborî derketine holê. 
 
Wekî din cihên ku hatin bombebarankirin gundên Hemamê û Heciskenderê yên girêdayî Cindirêsê ye. Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê sîvîl birîndar bûne. 
 
QSD: Gundê Elî Bîska di destên me de ye. 
 
Ji aliyekî din ve jî ji aliyê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê hat diyarkirin ku gotina OSO û TSK'ê ya 'Me Gundê Biskê yê Racoyê bi dest xistiye' ne rast e û pevçûnên dijwar didomin.