Dîwana Edaleta Civakî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir
- 13:05 27 Çile 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Dîwana Edaleta Civakî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Dîwana Edaleta Civakî ya bajarê Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê derbarê êrîşên li ser Efrînê de û bêdengiya dewletên navneteweyî de daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. Daxuyanî bi tevlîbûna hemû endamên Dîwana Edaletê pêk hat. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Dîwanê Nadîn Ehmed ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû:
"Di dîroka dewleta tirk de her talan û dagirkirin hene. Aramiya li welatên din jî binpê dike. Ev dîroka reş xwe li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dubare dike. Bi îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, êrîşên wan ên li ser Rojavayê Kurdistanê dihat guhertin.
Di destpêkê de terora bi navê Cebhet El-Nusra bi lehengiya şervanên YPG/YPJ'ê hatin bidawîkirin. Paşê terora bi navê DAÎŞ'ê derxistin holê ew jî niha êdî temenê wê ber bi dawiyê ve diçe. Li Dêra Zorê, Reqa û Minbicê jî hêviyên Erdogan û çeteyên wî li ber ba çû. Em bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku çavên xwe vekin û li hember êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê bêdeng nemînin. Çavên xwe vekin bila meyzebikin ku Erdogan çawa sivîlan dikuje."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.








