'Yekîtiya Neteweyî ferz e'
- 13:02 27 Çile 2018
- Rojane
SILÊMANIYE - Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê, ji derveyî PDK (Partî Demokratîk a Kurdistan) bi beşdariya hemû aliyên siyasî û takekesan hat lidarxistin.
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê, hat lidarxistin. Di Şêwra Yekîtiya Neteweyî de xala ku derket pêş li dijî êrîşên li ser Efrînê û her çar parçeyên Kurdistanê ferzkirina yekîtiya neteweyî bû. Hat gotin ku li hemberî van êrîşan helwesteke neteweyî pêwîst e û aliyên ku vê helwestê nişan nedin wê wenda bikin.
Her wiha di vê Şêwra Yekîtiya Neteweyî de beşdarbûna jinan û derbarê yekîtiya neteweyî de nêrînên wan jî bi bandor bû. Endama Kongra Star û her wiha Endama Komîteya Amadekariya Şêwra Neteweyî Cîhan Xelîl got: "Her aliyekî ku di vê şêwrê de axivî lî hemberî êrîşa Efrînê helwesta xwe dîyar kir. Dîvê her Kurdek sînorên heyî di ruh û mejiyê xwe de bîrûxîne."
Endama Komîteya Amadekar Qumrî Berzencî jî destnîşan kir ku dîvê bî taybetî jin beşdarî xebatên yekîtiya neteweyî bibin û pêşengtiyê jê re bikin.
Endama Dîwana Şêwra Neteweyî Niştiman Kemal jî di axaftina xwe de got, wê hewil bidin da ku di xebatên yekîtiya neteweyî de bêtir cîh bidin jinan.
Şêwra Yekîtiya Neteweyî wê îro jî berdewam bike.








