Îlahiyatnasê ku jin wekî 'dojehî' îlan dikir dîsa vegeriya ser karê xwe

  • 10:58 27 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlahiyatnas Îhsan Şenocak ê ku jinên pantorê qot li xwe dikin wekî 'dojehî' îlan kiribû û piştre ji peywira xwe hatibû dûrxistin dîsa vegeriya ser karê xwe. 
 
Îlahiyatnas Îhsan Şenocak jinên ku pantorên qot li xwe dikin wekî 'dojehî' îlan kiribû û li ser vê yekê ji aliyê Diyanetê ve ji kar hatibû dûrxistin. Îhsan piştî 3 mehan vegeriya ser karê xwe. Nûçeya vegerandina ser kar rojnameya, 'Yenî Akît' ev yek wekî 'Ji xelitiyakê hat vegerandin' pênase kir û da bihîstandin. 
 
Îhsan Şenocak gotibû çi?
 
Gotinên Îhsan ên ku li ser medyayê olan dabûn wiha bû:"Dema ku keça te pantor li xwe dike û ji vê kuçeyê derbas dibe, dilê te parçe dibe gelo? Keça te ya 18 salî dema ku brûyê xwe radike û bi pantor diçe zanîngehê wê demê ku dilê te parçe nebe wellehî dê di roja qiyametê de dojehê te parçe bike. Te emaneta xwedê anî  çi halî? Kêfa te hat dema ku keça te zanîngeh qezenc kir. Ji bo keça te dê bibe bijîşk, endazyar kêfa te hat, ji bo keça te mecbûrî kesekî nebe kêfa te hat. Kêfa te hat lê dema ku keça te pantor li xwe dike hemû mêr li dû wê dikevin. Te keça xwe avêt nav dojehê."