Serlêdana malbata Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin

  • 10:54 27 Çile 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyan ên din cara 61'emîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê dabûn. Serlêdan cara 61'an hat redkirin. 
 
Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan, xwişk û birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Girtî Ya Tîpa F a Ewlehiya Mezin a Îmraliyê de tê girtin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê dabûn. Serlêdan hat redkirin. 
 
Her wiha birayê Hamili Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabiha Aslan jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê kiribûn. Serlêdana wan jî hat redkirin.
 
Bi vê serlêdanê ji 11'ê Îlona 2016'an heta a niha bû cara 61'emîn ku serîlêdan tê redkirin. Berê jî bi hincetên "Muhalefeta hewayê", "Keştî xirabeye" hevdîtin dihat redkirin. Ji 20'ê Tîrmeha 2016'an heta a niha jî wekî hincet OHAL'ê nîşan didin.