Xizmên girtiyan: Em ji aliyê gardiyanan ve rastî tacîza zayendî tên

  • 09:15 27 Çile 2018
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
ELEZÎZ - Li girtîgeha Hejmar 1 a Elezîzê ku pêkanînên kêfî di asta herî jor de pêk tên, vê carê li malbatên diçin hevdîtinê pêk hat. Xizmên girtiyan  diyar kirin ku ji aliyên gardiyanan ve rastî lêgerîna tazî û tacîza zayendî hatine.
 
Piştî OHAL’ê zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Li girtîgeha Hejmar 1 a Elezîzê îdareya girtîgehê li ser girtiyan nasnameyê ferz dikin, girtiyên berxwe didin jî rastî pêkanînên kêfî tên. Rojnameyan nadin girtiyan, aktîvîteyên civakî betal dikin, bi mehan şûnde girtiyan derdixin revîrê.  Li aliyê din jî xizmên girtiyan jî ji aliyê gardiyanan ve rastî tacîza zayendî tên.
 
‘Malbat tên cezakirin’
 
Xizmên girtiyan bi lêv kirin ku li girtîgeha Hejmar 1 a Elezîzê rastî êrîşan tên û ev tişt vegotin: “Em di ketin û derketinên girtîgehan de rastî tacîza gotinî tên. Jinan bi taybet didin kabînên nêzî gardiyanên mêr û di bin çavan de tên girtin. Di nokteyên lêgerînê de gardiyan, ji bo jinan dibêjin ‘di derketinê de hun kahveyekê venaxwin’. Tevî em van bûyerên tacîzê vedibêjin jî dibêjin ‘gardiyanên min tiştekî wisa nakin, hûn wisa fêm dikin’.”
 
'Dixwazin îradê bişikînin'
 
Xizmên girtiyan di berdewamiya axaftinê de daxuyakirin ku lêgerîna tazî bi taybet hewl didin ku sîstematîk bikin û got ev jî bi taybet ji bo şikandina îradê tê kirin. Malbatan bi lêv kir ku girtiyên li dijî pêkanîna cilên yekreng derdikevin jî rastî cezayên hucreyê tên û hewl didin têkiliya girtiyan bi derve re qut bikin.