‘Me Kobanê kir Stalîngrad, em ê Efrînê bikin Vîetnam’
- 09:14 27 Çile 2018
- Rojane
Devrîm Amed - Zeynep Kizilirmak
QAMIŞLO - Berdevka Komuna Piştevanî û Yekîtiya Gelan Bêrîtan Asya diyar kir ku Rojava îradeya gelên bindest ên cîhanê ye û bi lêv kir ku wan Kobanê çawa kir Stanlîngrad wê Efrînê jî bikin Vîetnam.
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê ket roja 8’emîn û bertekên li dijî êrîşê jî her diçin zêde dibin. Berdevka Komuna Piştevanî û Yekîtiya Gelan (HBDK) Bêrîtan Asya bi lêv kir ku Kantona Efrînê ya Rojava ya hêviya tevgerên şoreşa cîhanê ye, wê tenê neyê hiştin. Berîtanê anî ziman ku ji roja şoreş hatiye destpêkirin heta niha ewil El Nusra piştre jî DAÎŞ bi ser Kurdan de birine û hewl dane şoreşê bixetiminîn û got ev çete herî dawî li Reqayê bi awayekî giran têk çûne.
Bêrîtanê destnîşan kir ku piştî DAÎŞ bi îradeya jinê ketiye, Tirkiye bixwe ketiye nav kar û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo şoreşê bixetimînin, qezencên jinan bixetimînin Erdogan ket nav êrîşa dagirkirinê. Ev li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. Ev 8 roj in ku êrîşa dagirkirinê heye.”
‘Gel wê destûrê nede’
Berîtanê daxuyakirin ku êrîşa Tirkiyeyê li dijî peymanên navnetewîne û got: “Erdogan dixwaze qezencên Kurdan tune bike. Dijminahiya Kurdan kûr dike. Di serî de Rûsya û DYA hemû hêzên navneteweyî piştgiriyê didin êrîşê. Lê wê gel destûrê nedin vê.
‘Arînan, Sarya û Destanan bi berxwedanê qezenc kir.’
Berîtanê di berdewamiyê de diyar kir ku berxwedana Kobanê bû dawiya DAÎŞ’ê, çawa Minbic û Reqayê dawiya wan anî wê yên êrîşên Efrînê jî dikin dawiya wan bê. Bêrîtanê got çawa Arîn, Destan û Saryayan berxwe dan wê îro jî bi heman awayî berxwedan bê nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşa li dijî Efrînê li dijî îradeya jinê ye. Me çawa berê destûr neda vê em ê îro jî nedin. Divê her kes Efrînê biparêze.”








