Ji bo êrîşên li dijî Efrînê li Tiltemirê meş hat lidarxistin

  • 17:33 26 Çile 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Bi hezaran gelê TilTemirê êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û berxwedana serdemê silav kirin.
 
Îro bi hezaran gelê Til Temirê kurd, ereb û aşûrî, bi sedan Endamên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Gel li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn paşê dest bi meşa xwe kirin. 
 
Di meşê de alên YPG/YPJ'ê, Asayîşê,TEV-DEM, Kongera Star'ê û panqartên "Ji dagirkeriya dewleta tirk re na " hat hilgirtin. Çalakgeran dirûşmên "Efrîn tu ne bi tenê ye", "Efrîn kela berxwedanê ye" hat berzkirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Meclisa Gel a Bajarê Til Temirê Nînewa Evram, rêveberiya Kongra Star Emgîhan cûdî, Partiya çep a li Sûriyeyê Îsmaîl Ferhan, Eladîn Zahir bi navê eşîrên Ereda û PDKS Ferhan Mihemed axivîn.
 
Emgîhan Cûdî di axaftina xwe de got:" Rûsya Emerîka û Îran destekê didin Dewleta Tirkiyeyê ku êrîşî Efrînê û herêmên din bike, tu dewlet wê nikaribin îradeya gelê Kurd bişkînin. Dema ku Erdogan got Kobanê 'ket ha ket' ji bîr nakin lê Kobanê têk neçû, bi ser ket, dê Efrîn jî wekî Kobanê bi ser bikeve û êrîşên dagirkeran vala derxîne. 
 
Meş bi dirûşma" Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.