Kovara Jîneolojiyê derket: Jiyana hevpar, Çima, Çawa?
- 17:14 26 Çile 2018
- Rojane
AMED - Hejmara 8'emîn a Kovara Jîneolojiyê derket. Di hejmara vê kovarê de li bersiva van pirsana tên gerandin "Jiyana hevpar:Çima, Çawa?
Hejmara 8'emîn a Jîneolojiyê derket. Kovara Jîneolojiyê 3 mehan carekê bi şîara "Zanyariya ku dê li dora jinê pêş ve biçe, gaveke rast a ber bi sosyolojiyê dihere ye" derdikeve. Di vê hejmara Kovara Jîneolojiyê de li bersivên, "Jiyana Hevpar: Çima, Çawa" tê gerandin. Nivîsên ku di bin 18 serenavan de kom dibin di nokteya jiyaneke hevpar de bi xwendekaran re fikrekî ava dike. Di heman demê li bersiva pirsên "Çawa û Çima" tên gerandin. Di nivîsa editor de aliyekî gerandina li heqîqetê famkirina gerdûnê ye, ya aliyên jî watebarkirina hebûna xwe ye.
Kovara Jîneolojiyê ji pirtûkfiroşan dikare bê pêdekirin.








