Li Mabatayê ji malbatekê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
- 11:00 26 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Di encama êrişên dewleta tirk de ji malbatekê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta tirk do ji êvar de saet di 00:30'an de bi balafirên şer Efrînê bombebaran dikin û di encama bombebaranê de ji malbatekê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan .
Yên ku jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: Taha Mustefa Xatir (45), Emîn El xatir (40), Sîleman xartir (14), Mustefa Xatir (17), Yısra Xatir (9)
Zekiya Elxatir (15). Cenazeya 4 jê ji nexweşxaneyê ne û doh jî hin ji bin enqazê ranekirine. Ji heman malbatê Sefa Xatir bi tenê ji mirinê rizgar bû.
Jina ku bi navê Werdê Şewax ku beriya du rojan birîndar bûbû, îro nuh karibûn bigîhînin nexweşxaneya Avrînê. .








