Daxwaza Oznûrê ew ku dixwaze dîsa rabe ser piyên xwe

  • 10:09 26 Çile 2018
  • Rojane
Zeynep Turgut 
 
WAN-Li Wanê jina ciwan a bi navê Oznur Laçîn ku bû hedefa guleyê û ji wê demê û şûn de nikare rabe serpiyan dixwaze dîsa rabe serpiyan û bimeşe.
 
Li Wanê di 2'yê nîsana 2017’an de jina ciwan Oznur Laçîn gava ku bi hevlên xwe re li sûkê de digeriya, bibû hedefa guleyê ev 10  mehe ku di nava nivînan de ye û nikare piyê xwe bi kar bîne. Oznûr a ku di ciwaniya wê de herdu lingên wê ji ber guleyê seqet mane tenê  dixwaze ku mîna berê rabe ser piyên xwe û dîsa bimeşe. 
 
‘Dibe ku ji ber dermankirina min dereng ma ez seqet bimînim'
 
Oznûrê anî ziman ku ew bû hedefa guleya kes nedikir û wiha axivi;”Êvarbû ez û hevalên xwe bi hev re derbasî sûkê bûn. Me xwest ku em hînekî bi hev re bigerîn. Piştre wesayitek ji dûr ve nêzî me bû û ji wesayitê gule li me hatin barandin. Ez ji ber ku li dawîyê bûm, gule  tev li min ketin. Nayê bîra min lê li gorî ku malbata min dibêje  5 caran gule reşandine. Malbata min ji min re got ku ji  ber tu nexweşxaneyan min qebûl nekiriye ez 8 seatan bêyî ku bêm dermankirin mame. Dibe ji ber ku dermankirina min dereng hatiye kirin  ez seqet bimînim. Li nexweşxaneyan ez du mehan hatim dermankirin. Hîn demema ku di bin bandora narkozê de bûm malbata kesê ku gule li min barand bi min girteka ku ez li vî kesî gilî nakim da îmzekirin û careke din min kesek ji wê malabatê nedît. Belê raste ez naxwazim li kesekî gilî bikim lê  Rehen lingên min yên sinîr ji  hev veqetiyane û ez nikarim bimeşim."
 
‘Ez dixwazim bimeşim’
 
Oznurê bi lêv kir ku ew ji bo ku ji malbata xwe re dibe bar xwe nebaş hîs dike û wiha berdewam kir;”Ez ev 8 mehin di nav nivînan de me. Min mamostetiya govendîyê dikir. Dema ku ez niha li karê xwe difikirim ez pir zêde diqehirim. Dema dermankirinê. Ez nikarim xwarinê jî bixwim. Ew xwarina ku ez dixwim mîdeya min dişewitîne. Ev demeke dirêje ez bi alîkariya malabta xwe dijîm. Xwîşkên min yên biçûk xwarina min heyanî her pêdiviyên min tînin cih.  Ez car caran dibêjim, miribûma ji min re baştir û xweştir bû. Ez ji vir bang li rayedar û bijîşkan dikim, ger ku dermankirinek dîsa bikaribim bimeşim hebe bila alîkariya min bikin." 
 
‘Kesên ku bûn sedema keça min bila bên darizandin’
 
Dayika Oznurê Emîne Laçîn jî daxuyand ku ji ber rewşa wan a aborî nebaşe ew nikare keça xwe bibe nexweşxaneyên baş û wiha got:”Em li gelek nexweşxaneyan geriyan. Her nexweşxaneyek û bijîşkekî ji me re got ku hêvî tune ye. Keça min 12 rojan di beşa giran de hate razandin. Keça min di temenê xwe yê biçûk de êdî nameşe. Kesên  ku bûne sedema keça min xwe bêdeng dikin û ser mijarê girtine. Kesên ku bûne sedema qîza min niha serbest in. bila bên darizandin.”
 
‘Ger hêviyek hebe alîkariya me bikin’
 
Emîneyê bang li rayedar û nexweşxaneyan kir ku ji wan re bibin alîkar û wiha dawî da axiftina xwe;Ev 9 mehe ne roja me ne jî şeva me aşkere ye. Ez ev 9 mehin ser serê keça xwe nobeyê digirim. Ji bo ku pêdivîyên wê bînim cih. Piştî vê bûyerê tu kesî deriye me lê neda. Kesên ku bûne sedema keça min ez tu car wan  na bibeqşînim. Teqez îxmala nexweşxaneyan jî heye. Her du rojan carekî keça xwe ser pişta xwe dibim nexweşxane yê. Ez dixwazim qîza min mîna berê bimeş e. Ger hêviyek hebe bila alîkariya me bikin.”