‘Divê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî xwe bidarizîne’

  • 10:07 26 Çile 2018
  • Rojane
 
ÎZMÎR-Parêzera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Çagla Denîz diyar kir ku ger îro evqas îstîsmarên zarokan bê jiyîn divê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî vê ji xwe bipirse.
 
Derketibû holê ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Kanûnî Sultan Suleyman a Stenbolê qeydên 115 zarokên di encama îstîsmara zayendî de ducanî mane, ji yekîneyên edlî re ranegîhandine û Îclal N. ya bûyer derxist holê jî ji nexweşxanê hat surgunkirin.  Di encama zextên jinan de  Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê lêpirsîn da destpêkirin û îfadeyên zarokên di bin temenê 15’yî de girtin.
 
Parêzera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin a Îzmîrê Çagla Denîz diyar kir ku divê derbarê kes û saziya ku ev sûcên îstîsmarê veşartine de lêpirsînek bê destpêkirin û got: “Divê kesên ku ew zarok anîne wir jî bên lêkolînkirin. Kesên zarok îstîsmar kirine an jî ji vê re zemîn ava kirine jî bên dîtin.”
 
‘Divê travma neyê zêdekirin’
 
Çaglayê daxuyakirin ku ji ber cezayên bilind nayên dayîn  sûcdar cesaretê digirin û wiha berdewam kir: “Her wiha wek bûyerên edlî nêz dibin û ev jî gelek bi pirsgirêke. Ji bo travmaya mexdur neyê zêdekirin divê biçin pisporiyê.  Divê mexdur bi pedagog re bên guhdarkirin û  Navendên Şopandina Zarokan (ÇÎM) li gelek bajaran bê zêdekirin. Beyî ku bûyer bên jiyîn divê çareserî bê dîtin.”